Berxwedana gel a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome

  • 10:38 26 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedan û xwepêşandana gel a li li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome. Tevî êrişên rejîmê jî gel li qadan têdikoşin û dixwazin rejîm biçe. 
 
Piştî komkujiya ku rejîma Îranê di 30’ê Îlonê de li Sîstan û Belûçîstanê pêk anî, Zahîdaniyên ku her roja Înê derketin kolanan dîsa li qadan xwepêşandan kirin, li qadên xwepêşanderan ku bi hezaran kes lê daketin qadan, rejîmê dîsa çek bi kar anî.
 
Rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi tundî bersivê dide serhildanên ji 16’ê Îlonê ve didome. Êrîşa rejîma Îranê ya li dijî çalakiyên bi navê “Îna bi xwîn” ku di 30’yê Îlonê de li Zahîdan a navenda eyaleta Sîstan û Belûçîstanê pêk hat, weke her roja Înê vê înê jî hate şermezarkirin. Îranê dîsa bi çekan bersiv da xwepêşandana vê hefteyê. Hat ragihandin ku li Zahîdanê 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, têkildarî birîndaran agahî nehate bidestxistin.
 
Hat ragihandin ku di xwepêşandanên li Zahîdanê de 2 welatiyên Belûç hatin girtin, ji bo ku bên îdamkirin ji bo navendeke din hatin veguhestin. Hate ragihandin ku ji destpêka sala 2022’yan heta niha 128 welatiyên Belûç ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.
 
Her wiha di nivîsên ku li ser medyaya dîjîtal hatine weşandin de tê dîtin ku leşkerên rejîma Îranê bi darê zorê welatiyên ku dixwestin xwe li mizgeftan bixin da ku ji êrîşên xwînrêj biparêzin, dixwazin bigirin û îşkenceyê bikin.
 
Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê didomin
 
Xwepêşandan li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam kirin. Karkerên bajarên Sine, Dîwandere, Dehgolan, Seqiz, Merîvan û Qorve daxuyaniyeke hevpar dan. Komeleyên karkerên înşaetê balê dikişînin ser wê yekê ku divê rejîm di zûtirîn demê de dawî li komkujiyan bîne û guh bide daxwazên gel.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê karker di daxwaza mafên xwe de bibin yek, hate destnîşankirin ku divê mûçe bên zêdekirin, sîgortaya tenduristiyê bê ferzkirin û welatiyên ku ji ber rewşa xirab a aborî zehmetiyan dikişînin bên destekkirin. Karkerên înşaetê yên ji Rojhilat sersaxî ji bo malbatên welatiyên ku di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane xwestin û xemgîniya xwe parve kirin.