Li Amedê jinan berxwedêrên Rojhilat silav kirin

  • 19:36 25 Mijdar 2022
  • Rojane
AMED - Ji bo meşa 25’ê Mijdarê Tora Li Dijî Şîdetê ya Amedê û DAKAP li Xaçerêya Dinyayê hatin cem hev. Jin tevî astengiya polîsan jî di meşê de bi israr in.
 
Tora Li Dijî Tundiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) ji bo meşa ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bê lidarxistin, li Qada Dunyayê ya navçeya Peyas a Amedê hatin gel hev. Di çalakiya ku gelek jin beşdar bûn de, polîsan jin dorpêç kirin.
 
Tevî barana zêde jî jin di meşê de israr dikin.
 
Jin di dorpêça polîsan de bi gotina "Ev der qada taybet e, hûn nikarin bigirin" bi zilgît û çepikan nerazîbûn nîşan didin.
 
Girseya ku bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Nagihan Akarsel Nemir e", "Deniz Poyraz Nemir e", "Şebnem Korur Fîncanci rûmeta me ye" Jinên ku gotin "Kuştina jinan  polîtîk e" li wê daxuyanî dan.
 
'Jin li her derê di serhildanê de ne'
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag  axivî û got, “Îro dema ku jin li her derê tên qetilkirin û jin di îsyanê de ne, daraza mêr, desthilatdariya mêr, polîsên mêr hewl didin pêşiya jinan bigirin. Li vir em careke din dibêjin; Têkoşîna me wê li dijî yên ku qetlîamên jinan, tundiyê, îrade û têkoşîna jinan ji nedîtî ve tên, bidome. Meşa jinan meşa azadiyê ye. Jin ber bi şoreş û azadiyê ve dimeşin. Tu hêz nikare vê meşê bide sekinandin.  Jin zû yan dereng wê azadiya xwe bi dest bixin û li her derê bêjin 'Jin jiyan azadî'. Ji kolanên Amedê em jhemû jinên berxwedêr ên Rojhilatê Kurdistanê  silav dikin. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana 'Jin jiyan azadî' bidomînin."
 
Jinên di dorpêçê de piştî daxuyaniyê belav bûn.