Li Wanê jin li dijî tundiyê meşiyan
- 18:46 25 Mijdar 2022
- Rojane
WAN - Jinên TJA'yî bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê danê êvarê li hev civiyan û meşiyan.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, li bajarên Kurdistanê tevî astengî û qedexeyên polîsan jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Piştî ku polîsan meşa li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî tundiya mêr-dewletê asteng kir, jin heta kolana Cumhuriyetê meşiyan.
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û got, "Îro ji bo ku em li dijî tundiya li ser jinê ji bo şermezarkirina pergala dewleta mêr serhildanê pêk bînin e, lê faşîst a AKP-MHP'ê tundî li me kir. . Em jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê ya ku dixwaze li ser jiyana me, bedena me û azadiya me serdest bibe, li qadan bin."
Jinan bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" meşa xwe ya li kolanê berdewam kirin.