Jin li Êlihê li dijî astangiyan meşiyan

  • 16:00 25 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÊLİH - Bi pêşengiya TJA'yê jin li Êlihê hatin gel hevdu. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran anî ziman ku jin bi polîtîkayên tifaqa AKP û MHP’ê re rû bû ne û got jin dest ji têkoşînê bernadin. Her wiha li taxa Hîlalê jî jin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meşiyan.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlihê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê de, li ber sendîkaya Îş hatin cem hev.  Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Hevseroka Şaredariya Êlihê ya ku şûna wê qeyum hat tayînkirin Songul Korkmaz, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêvebirên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan û gelek jin hatin cem hevdu. Bi hinceta qedexeya walitiyê destûr nehat dayîn ku jin bimeşin. Daxuyanî ji hêla endama PM’yê ya DBP’ê Nurten Uzumcu hat xwendin.
 
‘Em îro bi tifaqa AKP-MHP’ê re rû bi rû ne’
 
Nûrten, anî ziman ku ji ser qetilkirina xwîşkên Mîrabal de 62 sal derbas bûye û wiha got: “Jin ji çar aliyên cihanê bi dagirtina qadên li dijî tundiya mêr-dewlet, baviksalarî, şer û xizaniyê serhildana xwe mezin dikin. Îro ev serhildan li kolanên Îranê Jîna, li Şîlî Las Tesîs, li Meksîka Ni Una Menos, Kurdistan û Rojhilata Navîn bû ‘jin, jiyan, azadî.’ Têkoşîna jinan ku mîna berfê mezin dibe didome, jin li hemberî hemû astengiyên li her derê cihanê têkoşîna xwe bi hev re didomîne û wê bidome. Em îro bi tifaqa AKP-MHP’ê re rû bi rû ne. Tifaqa AKP-MHP’ê bi êrîşa li ser têkoşîn û destkeftiyên me hewl dide hêza xwe zindî bihêle. Ji Mijdara sala borî heta îro herî kêm 335 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, ev yek ji polîtîkayên hikûmetê ne serbixwe ye. Herî kêm 223 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Ji sala 2008'an û vir ve hejmara jinên hatine qetilkirin herî kêm 4200 e. Ev daneyên ku bûne komkujî, encamên polîtîkayên hikûmetê ne. Hikûmet li şûna tedbîrên li dijî tundiya mêran bigire, biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê dide. Li dijî jinên ku dibêjin ‘Peymana Stenbolê ya me ye’ lêpirsîn tê vekirin.”
 
‘Em ê dakevin qadan’
 
Nûrten, bi lêv kir ku çi qas êrîşên desthilatdariya mêr zêdetir bibe, ew ê li ber xwe bidin û têbikoşin û wiha pê de çû: “Em ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê hîn bêhtir dengê xwe bilind bikin û li pey rastiyê bin. Di 25’ê Mijdarê de em dirûşma xwe ya ‘jin, jiyan, azadî’ bi dengê jinên ji çar aliyên cîhanê re dikin yek û dadikevin qadan. Em careke din dibêjin jin jiyan azadî.”
 
‘Jin bi komkujî, xizaniyê re rû bi rû ne’
 
Piştre Ayşe Acar Başaran axivî. Ayşe, destnîşan kir ku jin li dijî tundiya dewleta mêr, faşîzm û desthilatdaran li qadan in û hewl didin li dijî tundiya şer li ber xwe bidin. Ayşe, wiha axivî: “Ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê jin li dijî tundiya dewleta mêr li qadan li ber xwe didin. Dîsa, em bi klasîkekê re rû bi rû ne. Tifaqa şer a AKP-MHP'ê, tifaqa li dijî jinê û li dijî Kurdan, bi komkirina polîsan a li ber avahiyên partiya me hewl didin me asteng bikin. Tundiya li ser jinê, faşîzm, xizanî bûye polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP’ê. Welat bûye dewleta polîsan. Ev şer ne şerê gelan e, şerê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan û jinan û şerê wê yê jiyanê ye. Helbet wê jin li dijî vê yekê derkevin. Em wek jin çewisandina di dema krîz û pêvajoyên şer de dizanin. Jin bi komkujî, xizanî re rû bi rû ne.”
 
‘Em jin dest ji têkoşînê bernadin’
 
Ayşe, bi lêv kir ku her cara ku hikûmet devê xwe vedike kurdan weke “terorîst” bi nav dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hikûmetek ku Kurdan hedef digire heye. Ma divê jin li hember vê yekê îtîraz nekin?  Em ê li dijî pergala serdest a mêr li ber xwe bidin. Jinên Kurd di dîrokê de li ber xwe dane û li berxwe didin. Em jin dest ji têkoşînê bernadin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.
 
Li taxê jî meş
 
Her wiha jin li Taxa Hîlalê jî daxuyanî û meş hat lidarxistin. Jinên ku li vir hatin cem hev, piştî daxuyaniya dan bi awayekî girseyî meş li dar xistin. Di dema meşê de jin dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Di dema meşê de jinên taxê jî piştgirî dan meşê.