'Êrîş tên wateya têkbirina vîna jinan'

  • 15:23 25 Mijdar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Insiyatîva li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan, ji bo 25'ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û got, "Êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakur Başûrê Sûriyeyê tên wateya têkbirina vîna azad a jinan. Em hem û cureyên tundiya li ser jinan şermezar dikin."
 
Însiyatîfa li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan, ji bo 25'ê Mijdarê roja t Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinan daxuyaniyek weşand. Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku  tundiya li dijî jinan binpêkirineke bi rengekî berbelav a mafên mirovan e ku di hemû deman de û li hemû deverên cîhanê rû dide û got,  Ev cure tundÎ heta niha jî ji ber gelek sedeman bi giştî nehatiye ragihandin." 
 
Berdewama daxuyaniyê wiha ye: Her sal di roja 25 ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li hemû cîhanê bîranîn tê kirin , hemû civakan ev rastî jî qebûl kiriye. Ji ber ku hîna jî gelek jin di jiyana xwe tundî li wan tê kiri di nav malbatê de an jî di cihên giştî de. Tundiya li ser bingeha zayendî bûye metirsiyên berferh a mafên mirovan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê. Tevî berxwedana jinan li gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, bi adet û kevneşopiyên serêxwegirtinê di bin navê olê de jinan girêdidin. Bi vî rengî tundî û cudakariya ya ku jin pê re rû bi rû tê , nemaze dûrxistina wan ji gelek warên jiyanê de, berdewam dike. 
 
Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye 
 
Divê bê zanîn ku tundiya li ser jinê di heman demê de tundî û binpêkirina eşkere li ser giştî civakê ye. Divê hemû civak helwesta xwe diyar bikin beramberî vê rewşê, ji ber ku ev berpirsyarî ne tenê dikeve  ser milê jinê û  di pêvajoya guhertin û demokratîkbûna civakê dibe berpirsyariya giştî ya hemû civakê , gerek zilam jî rol bilîzin da ku xwe ji hişmendiya mêrperst desthilatdar xwe rizgarkirin ya ku bi hezar salan e ku ev yek weke rastiyek daye ferzkirin û her kes wê qebûl bike. Divê em îspat bikin ku ne rast e û ne çarenûsa me ye ku em di şert û mercên ku tê de mafên herî kêm ên rûmet, azadî û edaletê tune ne de bijîn.Herwiha her jin hewil die ku balê bikişîne ser mijara tundiya zayendî ya berbelav a li dijî jinan a ku bi şerê leşkerên Rûs ên li Ukraynayê ve girêdayî ye, ku dikare bibe sedema gelek bûyerên şîdetê li herêmên pevçûnan di her dem û cîh de,  Weke ku li Îranê jî bi kuştina jina Kurd Jîna Emînî bi destê polîsên exlaqî bi hinceta nepejirandina perdeya qanûnî , ev yek bû sedem ku raperînek bi pêşengiya jinan dest pê bike û hemû deverên Îranê û navçeyên Îranê bi dırüşma 'Jın jıyan azadi' de bi xwe re rake. 
 
Êrîş tên wateya têkbirina vîna jinan
 
Herwiha dewleta Tirk a ku destekê dide komên terorîst û binpêkirinên ku derketine asta sûcên şer dike. Dewleta Tirk destwerdana welatên rojhilata navîn û bakurê Afrîkayê dike da ku ewlehî û aşitiyê têk bibe, krîzên xwe yên navxweyî derxîne, bala xwe ji siyaseta xwe ya dîktatorî bikşîne ku li ser esasê , destdanîna ser azadiyan, ji holê rakirina demokrasiyê, çewsandina demokratan li her derê ye. Êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, Şengal û Suriyeyê tê wateya têkbirina vîna azad a jinan.
 
Zayîna hemû şoreşan bi têkoşîna jinan e
 
Zayîna  hemû şoreşan encama ked û têkoşîna gelan bû, bi taybetî jî têkoşîna jinan. Pêşxistina her şoreşeke rasteqîne li cîhanê û bi taybetî li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi taybetî divê li pêşiya jinan be û sedema wê jî ji pêbaweriya wê ya bi mîrata xwe ya dîrokî û di diyarkirina paşeroja xwe de weke zemîneke bingehîn a polîtîkayên wan . Jin îro di hemû qadan de têkoşîneke xurt dimeşîne û têkoşîna wan bi hezaran sal berê dimeşîne, di şert û mercên herî dijwar de me berxwedaneke leheng nîşan da û têkoşîna me ya îro jî berdewamiya wan têkoşînên berê ye ku di hemû şoreşan de pêk hatin. li Rojhilata Navîn bi pêşengiya gel û jina kedkar û bi hêza xwe ve hatin cihêkirin, yanî şoreş li ser îradeyek taybet û fikrê taybet ava bûne.
Rastiya têkoşîna jin û jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji aliyekî ve tijî êş e, ji aliyê din ve jî encaman de xwedî derfetek pir mezin e, ji ber ku xwedî çandeke dîrokî û berxwedana jinê ye. Şîdeta berfireh a li ser jinê, krîza netew-dewletên navendî, nîjadperest û kapîtalîst nîşan dide, jina ku tê hedefgirtin, jina bi zanebûn, rêxistinbûyî ya ku hay ji mafên xwe heye û hewil dide wan biparêze ye. Ji ber vê yekê em tundiya li ser jinê li her derê şermezar dikin û banga bidawîkirina wê tûndiyê