Jin li qadan qêriyan: Em ê li berxwe bidin

  • 14:39 25 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li gelek bajaran bi daxuyanî û meşa ku li dar xistin gotin ew ê li dijî tundiya mêr dewletê li berxwe bidin. 
 
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî daketin qadan û li dijî tundiyê peyama têkoşîna hevpar dan. 
 
Amed
 
Di vê çarçoveyê de Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta, "Jin Jiyan Azadî" hat daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi kurdî ji hêla endama Baroya Amedê parêzer Berîtan Kalbîşen ve hat xwendin. Berîtanqetilkirina Xwîşkên Mîrabel bi bîr xist û wateya vê rojê wiha vegot: "Kuştina xwişkên Mîrabel ku di hilweşandina dîktatoriya Komara Domînîk de roleke bingehîn lîstin, li gelemperiya cîhanê di mijara tundiya li ser jinan de bûn wek sembolek û ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke referanseke dîrokî ya têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê hat qebûlkirin."
 
Bi domdarî Berîtan bi lêv kir ku li dijî zordestiya dewletê û dîktatoran, jin ji dîrokê ve têdikoşin. Kalbîşen, bal kişand ser raperîna li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû û wiha domand: “Jin, li hemberî pergala molayan a zordest a Îranê, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ku pergalê dihejînin,  têdikoşin. Ev têkoşîn, li seranserî cîhanê belav bû. Em di şexsê Jîna Emînî, Nagîhan Akarsel, Pinar Gultekîn, Fatma Altinmakas, Îpek Er, Mûzeyyen Boylu û Meryem Sevîm de, hemû jinên di encama tundiya mêr-dewletê ve hatine qetilkirin bi bîr tînin.”
 
Berîtan, da zanîn ku li gorî daneyan di sala 2022’yan de 280 jin ji hêla mêran ve hatine qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Polîtîkaya necezakirinê didome. Zagonên ku jinan diparêzin nakevin meriyetê û mêr tên parastin. Necezakirina faîlan, bêhtir cisaretê dide zilaman ku jinan bikujin. Ev rewş dibe sedema belavbûna tundiyê di nava civakê de. Desthiltdariya heyî mafên jinan binpê dike, destkeftiyên wan tune dike. Em şêweyê siyaseta mêrza ku ji ser beden û jiyanen me tê meşandin, red dikin. Bi boneya wate û girîngiya vê rojê, em careke din bang li desthilatdariya siyasî û berpirsyaran dikin û dibêjin dest nedin qanûnan û qanûnan pêk bînin.”
 
Daxuyaniya DTSO’yê 
 
Di heman demê de Meclisa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Amedê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin li her deverê rastî tundiyê tên. Her wiha hat gotin ku yek ji girîngtirîn cureyên tundiya li ser jinê jî tundiya aborî ye û ev tişt hatin gotin: “Ev rewş, bandorê li ser hemû cureyên tundiyê dike. Jina ku bingeha civakê ye ji wekheviya derfetan bêpar tê hiştin û ev yek jî rê li ber vedike ku di nava civakê de paşve bimîne. Weke Meclisa Jinan a DTSO’yê em ê di serî de tundiya aborî, li dijî her cureyên tundiya li ser jinê têbikoşin.” 
 
Enqere
 
Navenda Mafên Miorvan a Baroya Enqereyê û Navenda Gelîncîk a Baroya Enqereyê jî têkildarî 25’ê Mijdarê li Eywana Konferansan a Navenda Perwerdeyê ya Baroya Enqereyê panelek li dar xist. Rûniştina ewil a panelê bi sernavê “Tevgera Jinan a li Cîhan û Tirkiyeyê û Polîtîkayên Rojane” li dar xist. Gelek jin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li panelê bûn. Di panelê de ji ewil ji Fakûlteya Zanistên Zanînên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Serpîl Sancar, civaknasa îranî Sara Baherîîrad û Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Gamze Taşçier axivîn. 
 
Di axaftinan de polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî jinan hatin rexnekirin û hat gotin ku polîtîkaya necezakirina kujeran, dike ku tundiya li ser jinan zêdetir dibe. Her wiha betalkirina Peymana Stenbolê hat rexnekirin û peyama têkoşînê li dijî tundiyê hat dayîn. 
 
Piştre jî parêzerên ji Baroya Enqereyê pirs ji axêveran kirin û girtina nûçegihanên jin ên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê bi bîr xistin. Her wiha di panelê de têkildarî têkoşîna jinan a li dijî zextan nîqaş hatin kirin. 
 
Rûniştina ewil a panelê bi pirs û bersivan berdewam kir. 
 
Edene
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê jî bi heman boneyê li avahiya edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê parêzer Eylem Coşkun axivî û da zanîn ku jin li her devera cîhanê li dijî cihêkarî, newekheviya zayendî, kedxwarî û tundiya li nava malê û civakê bi ruhê piştevaniyê têdikoşe. Coşkun, bang li rayedaran kir ku li dijî tundiya ser jinan bi peywira xwe rabin û wiha domand: “Em li dijî sererastkirinên qanûnî yên ku Peymana Stenbolê, CEDAW û peymanên din ên navneteweyî ku mafên jinan û destkeftiyên wan mîsoger dikin ji holê radikin. Em ê ji bo jiyaneke wekhev û azad, bi hev re têbikoşin.” 
 
Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) ya Yekitiya Odeyên Ednezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Edeneyê jî daxuyaniyeke nivîskîw eşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tundiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê zêde dibe û got ku li dijî tundî û wehşeta li ser jinan divê piştevaniyeke civakî bê raberkirin. 
 
Antalya
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) a Antalyayê jî têkildarî mijarê li avahiya xwe daxyaniyek da. Hevseroka Şaxa SES’a Antalyayê Şukran Îçoz di daxuyaniyê de axivî û got ku jin weke hêza kar a erzan tên dîtin. Bi domdarî Îçoz ev tişt anî ziman: “Em ê tenê bi têkoşîneke rêxistinkirî bikarin rê li ber vê kedxwariyê bigirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî her cureyên tundiya li ser jinê bidomînin.” 
 
Stenbol
 
Komîsyonan Jinan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî bi boneya 25’ê Mijdarê li Postaxaneya Galatasaray a li Beyoglûyê ji bo partiyên siyasî yên ku kom û parlamenterên wan li Meclisê hene name şandin. Di nameyê de ji partiyên siyasî hat xwestin ku ji bo Peymana Stenbolê bikevin nava liv û tevgerê û jin dê dev ji peymanê bernedin.