Parêzer li dijî tundiyê meşiyan

  • 14:38 25 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Bi munasebeta 25'ê Mijdarê jinên parêzer bal kişandin ser tundiya li ser jinê û gotin îktidar mafê jiyanê yê jinê naparêze. Jinan gotin tenê sûcdar ne kujer in. 
 
Parêzerên jin ên endamên Baroya Îzmîrê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê meş û daxuyanî li dar xistin. Jinan di daxuyaniyê de anîn ziman ku divê berpirs ji berpirsiyariyê nerevin û got tenê sûcdar ne kujer in. 
 
Jinan dan zanîn tundî û mêr jinan dikujin lê daraz jî mêran diparêze û gotin ew bêdeng nabin, natirsin. 
 
Daxuyanî bi dirûşman qediya.