Li Cizîr û Wanê jin bi dirûşma 'Jin jiyan azadî'

  • 14:27 25 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Jinan di pêşengiya TJA'yê de  ji bo 25’ê Mijdarê de xwestin li Cizîr û Wanê bimeşin lê polîsan li Cizîrê êrîşî meşê kir û bi dehan jin bi îşkenceyê binçav kirin. Herwiha li Wanê jî polîsan meşa jinan asteng kir.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA), biboneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li dijî Tundikya li ser Jinê, bi dirûşma “Li dijî faşîzm û qirkirinê, dem dema azadiyê ye” li Cizîrê meş li dar xist. Polîsan bêrîya bernameyê Czîrê dorpêç kirin û li gelek taxan  xwe bi cîh kirin. Jinên ku pankarta “Jin Jiyan Azadî” vekirin li ber kadoîl petrolê kom bûn û xwestin heta dortyolê bimeşin.
 
Li dijî faşîzmê Jin Jiyan Azadî
 
Lê belê polîsan êrîşî jinan kirin û xwestin wan binçav bikin. Rixmî hemû  êrîşan jî jinan li ber xwe da û li dijî êrîşên polîsan bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin.
 
Her wiha polîsan êrîşî rojnamegeran jî kir û xwestin kêşnadina dîmenan a rojnamegeran asteng bikin.  
 
Bi dehan jin bi îşkenceyê hatin binçavkirin
 
Jinên ku barîkatên polîsan derbas kirin, bi dirûşman dîsa dest bi meşa xwe kirin. Polîsan vêcarê êrîşên xwe zêdetir kirin û bi dehan jin bi îşkenceyê binçav kirin. Parlementera HDP’ê ya Êlîhê Feleknas Uca êrîşên polîsan û binçavkirina polîsan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” protesto kir û wiha axivî: “Îro 25’ê Mijdarê Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ye. Lê polîsan di vê rojê de êrîşî jinan kir û ew bi îşkenceyê binçav kirin. Îro Cizîr bi faşîzma polîsan re hatiye dorpêçkirin.”
 
Wan 
 
Li Wanê jî bi pêşengiya TJA'yê jin ji bo meşê li dar bixin hatin ber avahiya HDP'ê. Li polîsan jin asteng kirin û jinan jî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bertek nîşanî astengiyê dan. Jinan di meşê de israr kirin. Polîsan gaza îsotê bi kar anîn û li jinan dan. Jinek ji ber gaza îsotê ji ser hişê xwe ve çû. 
 
Jinan bi dirûşman êriş şermezar kirin û sekna jinan a li ber avahiya bajêr didome.