Şêniyên Kobanê ji bo 25’ê Mijdarê meşiyan

  • 13:14 25 Mijdar 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Bi boneya 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya tekoşîna dijî tundiya li hember jinê şeniyên Kobanê meşek li dar xistin. 
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya tekoşîna li dijî tundiya li hember jinê li bajarê Kobanê bi durûşma "Li dijî her cureyên tundiya dewlet û hişmendiya zilam, jin jiyan azadî" meşek hate lidarxistin. Beriya ku meş dest pê bike kurteşanoyek li ser tundiya jinê, ji aliyê Tevgera Hîlala Zerîn ya Kobanê ve hate pêşandan. Di meşê de wêneyên jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de pêşengî kirine û jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Di meşê de bê navber durûşmên "Jin jiyan azadî" û "Em jin in jiyan in ne namûsa kesa ne" hatin berzkirin. Meş li qada Şehîd Egîd dest pê kir û li qada Jina Azad dawî bû. Cîhê ku meş lê bi dawî bû piştî deqeyek rezgirtina li ser cangoriyên azadiyê li ser navê Kordinasyona Kongreya Star Mîzgîn Xelîl axaftin kir. 
 
Mîzgîn di destpêka axaftina xwe de jinên tekoşêr bî bîr anî û wiha berdewam kir: "Têkoşîna ku ji hersê xwişkên Mîrabal li hember tundî, diktorî û zîhniyeta desthiladarî dest pê kir, di roja îro de bi felsefeya Rêber Apo û birdoziya rizgariya jinê li her çar perçeyên Kurdistan û cîhanê berdewam dike. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi hişmendiya vê mîrateyê têdikoşin û di qadên siyasî, leşkerî, diplomasî û tevahî warên jiyanê de xwedî destkeftî ne. Erîşên li ser jinên pêşeng tunekirina van destkeftiya ye. Lê jin li hember vê zîhniyetê têkoşîna xwe mezin dikin û li her derê têkoşîna azadiya jinê domdar e. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê serhildanên bi pêşengiya jin û bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" dest pê kir, gihîştiye lûtkeyê û cîhanî bûye. Li ser vê bingehê em vê yekê dibêjin, wê têkoşîna me ya li dijî hişmendiya ku 5 hezar sal e jinan qir dike dewam bike. Em ê ji bo dawîkirina desthilatdarî û koletiyê li qadên têkoşînê bin, em ê ji bo azadiyê li ser piyan bin."
 
Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.