Îdianameya derbarê Şebnem Korur Fîncanci de hat amadekirin

  • 11:56 25 Mijdar 2022
  • Hiqûq
 
ENQERE - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ji ber gotinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, hatibû girtin. Îdianameya derbarê Şebnem Korur Fîncanci de hat amadekirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta axaftinên wê yên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, derheqê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci de lêpirsîn dabû destpêkirin û Fîncanci di 27’ê cotmehê de hatibû girtin. Lêpirsîna derheqê Şebnem Korur Fîncanci de hat temamkirin. 
 
Di îdianameyê de Şebnem Korur Fîncanci bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” tê tawanbarkirin û heta 7 sal û 6 mehan cezayê hefsê bo tê xwestin.