ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
- 09:00 25 Mijdar 2022
- Rojev
*Di navbera qebûlkirin û hîskirina pergalek hêmayekê de cudahiyên cidî hene. Yek ji mijarên ku herî zêde mêr tê de zehmetiyê dikşînin, mijara esasgirtina giştî ya projeyên jiyana civakî ya Tevgera Azadiyê û Abdullah Ocalan e. Dema jiyana têkoşîna civakî û neteweyî tê pênasekirin, hûnandin û esasa pergala azadîxwaz a jinê jî qebûl dike. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Di Roja Têkoşîna li dijî Tûndiya li Hember Jinê ya Navnetewî de, li cîhanê desthilatdarî destkeftiyên jinan bi tundiyê hedef digire û li hinek welatan destkeftiyên jinan û saziyên wekhev xurt bûne.
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê axivî û got, “Tirkiye got ku ewlehiya sînorên wê di xeteriyê de ye û li gorî xala 51’emîn a civaka navneteweyî parastina sînorê xwe dikin. Lê armanc ne parastina sînor e û êrîş li dijî azadiya jinê û li dijî jiyana nû ne. DÎMEN HEYE
*Jinên cîhanî bi navê Jîna Emînî û rengê serhildana Rojhilat re 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Endama parastvana Mafê Mirovan jina Kurd Solmaz Doroody jî diyar ki ku pêwîst e di vê rojê de ev serhildan pêlên xwe li her deverê belav bike û bibe dema azadiya jinan.