Jin di konvoya 'Jin jiyan azadî' de hatin gel hev

  • 15:11 24 Mijdar 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG/WAN - Jinên Colemêrgê di daxuyaniya ku dan de diyar kirin ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin. Li Wanê jî di çarçoveya çalakiyên ku tên kirin de jin di konvoya "Jin jiyan azadî" de hatin gel hev. 
 
Platforma Jinan a Colemêrgê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de li Colemêrgê daxuyaniyek da û got, "Em ê li hemberî qirkirina jinan, şer, xirkirina xwezayê, xizanî û mîlîtarîzmê di refên herî pêş de bin.
 
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, li Wan, Colemerg û gelek bajarên din, jin bi çalakiyên cuda li dijî tundiya dewleta mêr dengê xwe bilind dikin.
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinan a Colemêrgê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de daxuyaniyek ji çapemeniyê re li ber avahiya Platforma Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hat dayîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD)  û gelek jinên din tevli daxuyaniyê bûn.  E
 
Daxuyanî li ser navê Platforma Jinan a Colemêrgê ji ayê Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Sîpan Turan ve hat xwendin.  Sîpan got, qirkirina jinan zêde bûye û wiha berdewam kir, "Qirkirina jinan a ku gihiştiye asta qetlîamê, ji polîtîkayên hikûmetê ne serbixwe ye. Bloka desthilatdariya AKP-MHP’ê bi lez û bez polîtîkayên ku her roj şîdeta dewleta mêr ji nû ve hildiberîne, bi lezkirina rêziknameyên li hemberî destkeftiyên jinan dixwaze pergala xwe mayînde bike. Lê em li hemberî tundiyê serî natewînin û em ê li herî pêş di nav refê berxwedanê de cih bigirin."
 
Sîpanê herî dawî got ku ew ê sibe li Geverê li ber Otela Osloyê saet di 13.00'an de bên gel hev û jin vexwendin meşa ku dê sibe bi minasebeta 25'ê Mijdarê li dar bixin.
 
Li Wanê konvoya 'Jin jiyan azadî'
 
Di pêşengiya TJA'yê de jinên li Wanê bi konvoya "Jin jiyan azadî" li nava bajêr geriyan. Li gel endamên TJA, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Meclîsa Jinan a DBP'ê, Platforma Jinan a Wanê û Komeleya Jinan a STAR'ê gelek jin li kolanên herî qelebalix ên bajêr tevlî konvoya "Jin jiyan azadî" bûn.
 
Eleqeya zêde ya welatiyên derdorê
 
Dema ku jinan govend girt, derdorê eleqeyeke mezin nîşanî wan da. Dema ku jin hatin ber avahiya HDP'ê dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
Piştî ku jin gihiştin ber avahiya HDP'ê çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.