Yekîtiya Rewşenbîran êriş şermezar kir

  • 12:55 24 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê di daxuyaniya da de anî ziman ku ew ê piştgiriyê bidin QSD'ê û êriş şermezar kir. 
 
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku ew piştgiriya QSD’ê dikin û got "Em ê bi pênûs û çanda berxwedanê li dijî zîhniyeta dîktatoriyê ya AKP`ê li ber xwe bidin.”
 
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da û êrişên dewleta tirk şemezar kirin.
 
Yekitiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî di van êrişan de bi kar anîn lê dîsa jî civata navneteweyî bê deng e.
 
Yekitiyê di daxuyaniya xwe de êriş û sûcên dewleta tirk û hikumeta Erdogan şermezar kirin.
 
Yekitiyê di dawiyê de got: "Em dê bi pênûs û çanda xwe li hember zîhniyeta dîktator a AKP’ê li ber xwe bidin. Em ê piştgiriya QSD'ê bikin da ku ewlehiyê ji gelên herêmê re pêk bîne."