Meclîsa Îştar: Desthildatdar nikare têkoşîna vîna azad a jinê bişkîne

  • 11:15 24 Mijdar 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Meclîsa Îştar bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da proje pêşniyarên Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya derbarê şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê de. 
 
Meclîsa Îştar bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da proje pêşniyarên Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya derbarê şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê de. Meclîsa Îştar a Mexmûrê got: “Zihniyeta ku li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî qetil kir, li Başûrê Kurdistanê Nagîhan Akarsel hedef girt û li çiyayên Kurdistanê Helbest bi çekên qedexekirî qetil kir heman zîhniyet e."
 
Daxuyaniya Meclîsa Îştar wiha ye:
 
“Jina ku ji hemû bedewiyên jiyanê hatibû mehkûmkirin niha bûye pêşengê şoreşa gelan a azadiyê. Pergala dewlet parêz ya ku bi destê zilamê serdest hatî avakirin weke ku Rêber Apo bi nav kir ev penç hezar salin desthilatdariya xwe li ser çewisadina jinê û di kesayeta jinê de li ser çewisandina civakê dide avakirin. Li hember tunehesibandina jinê ya ji aliyê pergala desthilatdar ve ji dîrokê heya roja me ya îro hertim jinê têkoşîna xwe ya azadiyê domandiye. Pergala zilamê desthilatdar ruxmê hemû rê û rêbazên xwe yên çewisandin, tunehesibandin û qirkirina jinan nekariye vîna têkoşîna ya azadiya jinê bişkîne. 
 
Bi dagirkirina xalê re pergalê xwest vîna jinê, rihê jinê, hebûna jinê, reng û bedewtiya jinê dagir bike. Mixabin heya astekê vê pergala desthilatdar xwe li ser jinê ferz kir û qirkirinên mezin li ser jinê kirin. Lê ruxmê hemû qirkirinan cardin jinê karî xwe bike hebûn. Di dîroka Kurdistanê de tijî berxwedan, têkoşîn û serîrakirina jinê heye. Ji Zarîfeyan, Mînayan, Leylayan, Sarayan, Bêrîtanan heta roja me ya îro gihayî Arînan, Helbestan, Nagîhanan têkoşîna jinê berdewam kiriye û roj bi roj mezin bûye.
 
‘Jin ji aliyê pergala serdest ve hat çewisandin’
 
Têkoşîna azadiya gelê Kurd ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo hatî meşandin bû têkoşîna azadiya jina Kurd û hemû jinên ji aliyê pergala desthilatdar ve hati çewisandin. Têkoşîna jinê bû tolhilgirtina ji pergala hezar salan. Zihniyeta li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî qetil kir, ya li Başûrê Kurdistanê Nagîhan Akarsel hedef girt, ya li çiyayên Kurdistanê Helbest bi çekên qedexekirî çekên kîmyewî ve bîr û henase hêlayî heman zîhniyet e.
 
‘Jin bûn îlham’
 
Li Kobanê bi pêşengtiya Arîn Mîrkan li hember çeteyê xwînmij bi dirûşma “Jinên herî bedew zilamên herî qirêj rê kirin dojehê” têkoşîna jinê bû hêja têkoşîna gelê Kurd û gelên cihanê. Bi qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê pergala dagirker bû xwebûn û hebûna jinê. Gelê Kurd bi taybetî jina Kurd ya ku hêzên dagirker digotin me bê îrade, bin ax kirin niha bûye îlhama tekoşînê. Ne tenê ji bo jinê ji bo hemû mirovahiyê.
 
Wek jinên wargeha Şehîd Rûstem Cudî ku em ji parçeyek ji vê têkoşîna azadiyê tê, şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê di pêşengiya dirûşma “jin jiyan azadî” de belavî tevayî Îran û cîhanê bûyî slav dikin. Em bangewaziya KJAR ya ku 20’ê Mijdarê bibe wek roja Jîna Emînî ya navnetewî dibînin û vê rojê li hemû jinên şoreşger pîroz dikin. Di şexsê Jîna de em hemû jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi destê pergala sêdarê hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û biryardariya bilindkirina têkoşîna wan didin.
 
Wek jinên wargehê em bang li hemû jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn, jinên cihanê û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin bibin dengê jinên têkoşer ên niha li hember pergala mola ya Îranê li ber xwe didin û hebûna xwe qezenç dikin.
 
Bi têkoşîna hevpar ya jinan dê jin bedewiya xwe bi dest bixe û cihanê ji hemû gemariyên pergala desthilatdar rizgar bike.”