Li gundên Binarê Qendîlê ji bo jinan li ser tundiyê semîner hatin dayîn

  • 09:13 24 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê li gelek deveran bi awayên semîner, panel û sînevîzyon berdewam dikin.
 
Bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê li gundên Binarê Qendîlê ji bo jinan semîner hatin dayîn û di derbarê tundûtûjiyê de hişyarî hat dayîn.
 
Duh bi şev li gundê Zêwke yê Binarê Qendîlê, Meclisa Jinan a Qendîlê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê semînerek ji bo jinan da.
 
Di semînerê de Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Havîn Maredû axivî û qala tundûtûjiya li ser jinan kir û got: “Pêwîst e jin li ser pirsgirêkên xwe rawestin û bi hev re çareser bikin, rê nedin tundûtûjî li beramberî wê were kirin. Di hemû şoreş û berxwedanên gelê Kurd ên li dijî dijmin û dagirkeran de rolek berçav û bandorker a jinan hebû. Ji ber wê divê li hember her cure tundûtûjiyê ku li beramberî jinê tê kirin rawestin.”
 
Di heman demê de li gundê Tutime yê bînarê Qendîlê, Meclisa Jinan a Qendîlê semînerek ji bo jinan pêşkêş kir û tê de sînevîzyonek li ser tundûtûjiya li ser jinan hate nîşandan.