‘Di 25’ê Mijdarê de li dijî komkujiyên rejîma Îranê, bibin deng’

  • 09:11 24 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Serhildanên Rojhilatê Kurdistanê yên bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bilind dibin ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya li ser Jinê jî dibe nimûneya têkoşînê. Yek ji jinên ku ji ber zextên rejîma Îranê neçarî koçberiyê bûye Anîsa Cahferîmeh ku di heman demê de hevseroka PENa Kurd e got: “Pêwîst e 25’ê Mijdarê li dijî komkujiyên rejîma Îranê yên berdewam dikin bibe roja yekîtiyê. Ez di wê baweriyê de me ku wê dengê Rojhilat îro bi hêztir bilind bibe.”
 
Di 16’ê Îlonê de jina Kurd a bi navê Jîna Emînî ya 22 salî bû ji aliyê "polîsên exlaqê" yên rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Ji wê rojê ve li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û bertekên gel mezin dibin. Li gel zext, gef û êrişên dijwar ên hêzên rejîmê, di serî de li bajarên Mahabad, Bokan, Pîranşar, Serdeşt, Bane, Saqiz, Dîwander, Dêwlan, Kamyaran, Sîne, Kirmaşan, Îlamê û wekî din bi hezaran kes rabûn ser piyan û daketin qadan. Weke ku kuştina Jîna Emînî ne qetlîama yekem bû, ne ya dawî jî bû. Di çalakiyan de gelek kes hatin qetilkirin. Gelek kesên li ser medyaya dîjîtal parvekirin, kirine yan jî bi hunera xwe piştgirî dane çalakiyan hatine girtin û cezayê îdamê li wan hatine birîn.
 
Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember Tundî li ser Jinê ve xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” deng dide hemû cîhanê. Weke ku bû nimûneyek a vê têkoşînê di heman demê de êriş û qetlîamên rejîma Îranê yên berdewam in jî dibin rojev. Jinên Rojhilatî dixwazin ev xwepêşandan bi Rojhilat re sînordar nemîne û li her deverê bilind bibe. Bi taybetî ji bo dawî li qetlîamên rejîma Îranê werin divê di 25’ê Mijdarê de yekîtiya jinan bi Rojhilat re xwiya be. Yek ji jinên ku ji ber zextên rejîma Îranê neçarî koçberiyê bûbû Anîsa Cahferîmeh e ku di heman demê de Hevseroka PENa Kurd e têkildarê êrişên rejîmê û 25’ê Mijdarê peyamên xwe parve kir û got pêwîst e di van rojan de em bi yekîtiyê serhildana Rojhilat mezin bikin.
 
‘Divê sîstem were guherîn’
 
Anîsa di serî de bal kişand ser jiyana civakên li Rojhilatê Kurdistanê ne û wiha berdewam kir: “Li ser her nîjadek û bi taybetî jî li ser gelê Kurd zext û êrişên gelek mezin hene. Beriya Komara Îslamî jî ev pirsgirêk hebûn lê tenê di 43 salên dawî de, bi Komara Îslamî re ev yek zêdetir bûn û li hemberî sîstemê gelek xwepêşandan pêk dihatin. Lê belê daxwaza gel esas nehatin girtin û sîstemê hişmendiya xwe ya nîjadperest berdewam kir. Ev xwepêşandana di esasê qetilkirina Jîna Emînî de pêk hatiye jî cudabûna xwe heye. Gel ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkek an jî 2 pirsgirêkan li qadan e. Gel rûxandina vê rejîmê dixwaze. Bi têkçûyîna rejîma Îslamî re, sîstemek demokrat tê xwestin.”
 
‘Bi azadiya jinê re azadiya civakê’
 
 Anîsa bal kişand ser serhildanên li derdora jinê geş bûne û girîngiya wê bi van gotinan parve kir: “Li Îranê tu azadiyek ya jinê nîne. Ne di aliyê siyasî, ne di aliyê aborî, civakî û hiqûqî de jî ne xwediyê mafekî ye. Ev bindestiya jinê bê guman bandor li hemû beşê din jî dike. Qetilkirina Jîna Emînî di civakê de çewisandina jinê nîşan dide. Ji ber biskek ji pora wê derket ew hate qetikirin. Bi jinan re hemû nîjadên din jî tên çewisandin. Gelên Kurd, Belûc, Azerî û wekî din hemû jî niha, ne xwedî mafekî ne. Vîna wan hemûyan weke jinan tune tê hesibandin. Sîstema Îranê, sîstemek nîjadperest ku yek al, yek ol, yek ziman û yek qewm erê dike ye. Ji derveyî wê kes ne xwedî mafê jiyanê ye. Li dijî vê nîjadperestiyê berteka yekem li derdora jinê, li derdora kurdan pêk hat. Îro hemû gelên din jî bi heman rengî di serhildanê de ne. Bi azadiya jinê re azadiya civakê tê xwestin.”
 
‘Kurd tu car bêdeng neman e’
 
Anîsa diyar ku wê di serî de jî anî ziman gelek serhildan pêk hatine û ev hemû jî di pêşengiya gelê Kurd de pêk hatiye. Kurd nerazîbûna xwe nîşan didin û tu car bêdeng namînin. Anîsa wiha berdewam kir: “Ev modela serhildanê li hemû deverê bû nîşane. Ji çar parçeyên Kurdistanê heyanî welatên weke Efganîstan û her wiha gelek deverên din jî ev pêl belav bûn. Ya herî girîng jî ji bo jinên Rojhilata Navîn xwedî rolek girîng e ev serhildan. Ev piştgirî û xwedîderketin jî ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê bê guman hêzek mezin e. Yekîtî jî gelek girîng e. Lewra tê zanîn gelek çalakvan hatin girtin û cezayê îdamê li wan hate birîn. Di navbera van de rewşenbîr û hunermend jî hene. Pêwîst e li dijî tundiya berdewam dike em bi pênûsa xwe, hunera xwe, stranên xwe, çalakiyên xwe û xebatên xwe bibin bersiv. Divê tora têkoşînê bidome.”
 
‘Li hember hemû desthilatdaran roja serhildanê ye’
 
Anîsaya ku yek ji jinên ji ber zext û gefên rejîma Îranê neçarî koçberiyê bûye wiha got: “Ev zextên rejîma Îranê ji mêj ve ye didome û îro roja azadiyê ye. Pêwîst e ev serhildan bibe dawiya rejîmê û hemû desthilatdaran. Bifikirin, ruxmê ewqas serhildanek mezin li cihê ku rejîm paşve gav biavêje li dijî wê êrişên xwe mezintir dike. Ev dîmenê hovitiya wan e. Piştî 43 salan divê gel jî paş de gav neavêje. Ji derveyî vê tu rê nîne. Divê serhildana di kesayata jinê de geş bûye ji bo 25’ê Mijdarê jî bibe nişane. Pêwîst e hemû jin îro piştgiriya xwe nîşan bidin.”
 
‘Serkeftinek hebe ya me hemûyan e’
 
Anîsa bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Serkeftina jinê serkeftina civakê ye. Serkeftina gelê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo serkeftina Rojhilata navîn ronahiyeke. Divê ev yekîtiya têkoşînê bi 25’ê Mijdarê re jî sînordar nemîne. Divê her roj em li dijî binpêkirinên mafan serî rakin. Wê yekîtiya demokrasî û azadiyê bi ser bikeve. Ev serhildana Rojhilat wê bibe wesîleya azadiya hemû jinan.”