ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN

  • 09:00 24 Mijdar 2022
  • Rojev
 
*Jinan, bi minasebeta 25’ê Mijdarê anîn ziman ku di her aliyî de jin ji aliyê pergala baviksalar û dewletê ve tundî li wan tê kirin û tên qetilkirin. Jinan, bang li hemû jinên cihanê kir ku li dijî pergala serdest dakevin qadan û pêşî li qetlîam û êrîşan bigirin. DÎMEN HEYE
 
*Xwişkên Leyla Karaaslan a ku ji aliyê Hasan Karaaslan ve li gel 3 zarokên xwe hat qetilkirin, diyar kirin ku di dosyayê de nêzî 3 meh in tu pêşketin nîne û gotin: “Em bawer nakin ku kujer şizofren be. Divê bi cezayê herî giran were cezakirin. Piştî xwişka min jî gelek jin hatin qetilkirin û hê jî tên qetilkirin. Bila êdî jin bes bên qetilkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Gulîzar Karaman a ku ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê pê re di pêvajoya hevberdanê de ye bi tundiyek sîstematîk re rû bi rû ma herî dawî Azîz Karaman hewl dabû ku wê qetil bike. Gulîzar a ku têkoşîna jiyanê dide, xwest ku dadgeh peywira xwe bi cih bînin û bang li hemû jinan kir ku li dijî tundiyê bibin yek û dengê xwe bilind bikin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên herêma Efrînê yên koçberî bajaroka Til Rifetê ya kantona Şehbayê bûne teqez kirin ku ger bi wan mabe jî wê li hember êrîşên dagirkeriyê şer bikin û berxwedana wan wê ji dijmin re bibe bersiv." DÎMEN HEYE
 
*Gotina Marîa Teresa ya ‘Belkî tişta herî nêzî me mirin e lê ev min natirsîne, em ê ji bo mafên herî sereke têbikoşin!’ li her çar alî cîhanê di têkoşîna jinan a bilindbûyî de hîna rojevîbûna xwe diparêze. Jinên Efganîstanê di têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Talîban,  ji Şîliyê heta Arjantînê di berxwedana jinên li dijî serdestiya mêr serî natewînin de, hebûna xwe diparêze… JI PÊNÛSA JINAN
 
* Parêzer Asli Pasînlî bal kişand ser mafên ku jinan bi têkoşînê bidest xistine û wiha vegot: “Di vê mijarê de divê em mafên xwe radest nekin. Ji ber jin bi têkoşînê mafên xwe diparêzin û hîn bêtir maf daxwaz dikin.” DÎMEN HEYE
 
*Seroka berê ya Komeleya Mafên Mirovan a Fasê Khadîja Ryadî der barê deskeftiyên jinên li Rojava bi dest xistine de nirxandin kir û wiha vegot: “Şoreşa îro li Îranê tê jiyîn wê bi serbilindiyek mezin li dîroka mirovahî û jinê bê nivîsin. Wê li her derê têkoşîna jinê xurt bike.”
 
*155 parêzerên endamên OHD’a Stenbolê ji bo şopandina serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê dan. Endama Navenda giştî ya OHD’ê parêzer Arzu Kayaoglu  diyar kir ku ji bo bidawîbûna şerê giran divê tecrîd bişkê û hemû baro berê xwe bidin Îmraliyê, gavê bavêjin. DÎMEN HEYE
 
*Serhildanên Rojhilatê Kurdistanê yên bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bilind dibin ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya li ser Jinê jî dibe nimûneya têkoşînê. Yek ji jinên ku ji ber zextên rejîma Îranê neçarî koçberiyê bûye Anîsa Cahferîmeh ku di heman demê de hevseroka PENa Kurd e got: “Pêwîst e 25’ê Mijdarê li dijî komkujiyên rejîma Îranê yên berdewam dikin bibe roja yekîtiyê. Ez di wê baweriyê de me ku wê dengê Rojhilat îro bi hêztir bilind bibe.” DÎMEN HEYE