Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê: Divê êrîş bêne sekinandin

  • 08:31 24 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê li Parlamenta Ewropayê ya li Strasbourgê civîneke çapemeniyê li dar xist û xwest, êrîşên dewleta tirk bêne sekinandin. Hat gotin dewleta tirk sûcê şer dike. 
 
Di civîna çapemeniyê de ya li parlamentê hate ragihandin ku dewleta tirk sûcên şer dike, mirovên sivîl qetil dike û li dijî peyman û hiqûqa navneteweyî tev digere.
 
Berdevkê koma Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Andreas Shider, Alîkarê Serokê Koma Çep û ji Koordînatorên Koma Dostaniya Kurd Nikolaj Willamson, ji Koma Ewropa ya Azad EFA Fransua Alfonsi, ji koma Sosyal Demokrat Evîn Încîr û ji Koma Keskan Katrine Langesiepen beşdarî civînê bûn.
 
Andreas Shider êrîşên artêşa Erdogan û êrîşên Îranê yên li nava xaka Iraqê şermezar kir û bang li Yekîtiya Ewropayê û saziyên din ên Yekîtiya Ewropayê kir ku li dijî van êrîşan bikevin nava liv û tevgerê.
 
Alîkarê Serokê Koma Çep Nikolaj Willamson jî anî ziman ku êrîşên Erdogan derbeke ku li têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê hatiye xistin û got, eger dawî li êrîşan nîne divê Yekîtiya Ewropayê pêkanînên aborî û polîtîk li ser Tirkiyeyê ferz bike.
 
Ji Koma Sosyal Demokrat Evîn Încîr jî bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê û Kurdan biparêze.