Qamişlo ji aliyê dewleta tirk ve hat bombebarankirin

  • 23:57 23 Mijdar 2022
  • Rojane
MÊRDÎN - Tirkiyeyê ji hêla Nisêbînê ve Qamişloyê bombebaran kir. Hat hînbûn ku bombebaran hêj jî dewam dike.
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî bi dest ketin, bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qamişlo, ji baregehên li ser sînor ên li aliyê Nisêbîna Mêrdînê ve hatiye bombebarankirin. 
 
Di encama bombebaranê de li wî aliyê sînor teqînên mezin çêbûne. Her wiha şêniyên herêma Yeşîlkenta Nisêbînê ya li sînor jî ji bo ewlehiyê ji malên xwe derketine. 
 
Hat hînbûn ku bombebaran hêj jî berdewam dike.