Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir

  • 23:47 23 Mijdar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê Kampa Holê ya ku malbatên DAÎŞ'iyan lê dimînin bombeberan kir. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a HAwarê (ANHA) balafirên şer ên Tirkiyeyê Kampa Holê bombeberan kirine ku 60 hezar kes li vê kampê dimînin. Piraniya kesên li kampê dimînin DAÎŞ'î ne.
 
Hin malbatên DAÎŞ'iyan ku di dema êrişên Tirkiyeyê de keys zevt kirin, ji Kampa Holê reviyan. Hêzên ewlehiya Hundirîn, ji bo kesên reviyane zevt bikin, ketin nava liv û tevgerê.