Ji atolyeya Jineolojiyê li dijî êrişan bertek

  • 17:56 23 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
BEDLÎS-Jinên li Atolyeya Jineolojiyê hatin gel hevdu dîroka jinê, çîrok û raperîn bi hevre parvekirin û bertek nîşanî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. 
 
Li Wan, Bedlîs û Tetwanê Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) li Gundê Akçira yê Elcewazê atolyeya Jineolojiyê li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevin Coşkun,  Dayikên Aştiyê, jinên li gund, Aktivîstên TJA'yê tevlî atolyeyê bûn. Li eywana atolyeyê fotoblokên Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî hatin daliqandin. Her wiha pankarta "Jin jiyan azadî jineoloji" hat vekirin. 
 
'Destkeftiyên jinan di hedefê de ne'
 
Şevin Coşkun bi lêv kir ku bi êrişan destkeftiyên jinan di hedefê de ne û got ew bi munasebeta 25'ê Mijdarê hatine gel hevdu, wan çalakiya xwe diyarî Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel kirine. Şevînê got:"Ew ê polîtîkayên qirêj ên êrişan gelê Kobanê, gelê Rojava, gelê Sûriyeyê vala derbixe."
 
Piştî axaftina Şevînê jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin û bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. 
 
Ji xebatkarên Jineolojiyê  Neslihan Şedal jî di atolyeyê de bal kişand ser dîroka jinê. 
 
Atolye bi dirûşm û gotina stranan bi dawî bû.