Jinên HDP’yî û TJA’yî ji bo 25’ê mijdarê tax bi tax geriyan

  • 16:35 23 Mijdar 2022
  • Rojane
 
 
AMED – Jinên HDP’yî û TJA’yî ber bi 25’ê Mijdarê ve tax bi tax, gund bi gund digerin û bi jinan re dicivin. Di xebatên jinan ên bi rojan e berdewam dikin de bi taybetî ji bo meşa di 25’ê mehê de pêk were bang tê kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi rojan e gund bi gund, tax bi tax di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de bi bernameyên cur bi cur yên weke civîn, serdana jinan, kargehan, kolanan û her weke din re xebat didin meşandin îro jî li taxên Rêzanê yên Amedê serdana jinan kirin. Jinên TJA’yî û HDP’yî di heman demê de biroşurên li ser wêneyên Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel hene belav kirin û ev vexwend meşa di 25’ê mehê de wê were lidarxistin.
 
Ruxmê qedexeya çalakiyan a 7 rojan a Walitiya Amedê îlan kiriye jî jinan paşde gav neavêt. Xebatên 25’ê Mijdarê bi serkeftî ber bi dawiyê ve diçe.