Li Şengalê li ser şîdeta li jinê semîner

  • 15:02 23 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ li navenda Meclîsa Gel a Şengalê bi boneya 25'Ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijjî Şîdta li ser Jinê  semînerek ji bo welatiyan da. Di semîrê de bi taybet li ser mafên sereke yên jinê û cihêkariya li beramber tê kirin hate sekinîn. Her wiha têkildarî mijarê sînevîzyonek jî hate nîşandan.
 
Di pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê semînerek derbarê şîdeta li ser jinê da hate dayîn. Semîner bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser jinê li avahiya Meclîsa Gel hate li darxistin. Semîner ji aliyê endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ve hate birêvebirin.
 
Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo rihê şehîdên şoreşê û Şengalê dest pê kir. Di semînerê de bal kişandin ser mafên jinê û wiha hate gotin: “Li ser esasê 25’ê Mijdarê roja têkoşîna dijî şîdeta li ser jinê em li vê derê kom bûne. Em li vê derê wek jin û zilam xwedê me wekhev çêkiriye. Divê em hemû weke hev bijîn. Ne ku yek xwe mezin bibîne û ya din biçûk bibîne. Pêwîste çawa ku zilam heq ji xwe re dibîne, biçe bigere û kar bike heman demê heqê jinê jî heye kar bike, xebat bike û mala xwe bi rêve bibe.”
 
‘Jin pêşeng e, jin jiyane'
 
Neam Bedel wiha domand: “Heta niha ji xwe jin malê bi rêve dibe, jin civakê ava dike û civakê bi rêve dibe. Ji ber vê yekê îro em li vê derê kom bûne, ji ber heqê jinê tim wenda ye. Nizanin çima jin pêşenge, çima jin jiyane jî, ji ber vê yekê heqê jinê tim wenda ye. Em dixwazin li vê derê tişt hemû bêne zelal kirin. Mesela dema em dibêjin şîdeta li ser jinê lê ne tenê li hember jinê ye heman demê li hember zilama ye jî. Dema zilam şîdetê li hember jinê dike ew şîdet li ser wî ye jî. Mînak, ewê ji derve, ji dewletê aciz bibe yê were malê xwe li ser jinê de aciz bike û tehdeyê li ser jin û zarokên xwe bike. Ev neheqiyek herî mezin e. Pêwîste ev tişt di nava Êzidiyên me de nemîne. Berê ev şîdeta li ser jinê di nava Êzidiyan de nebû. Em dixwazin miletê me yê Êzidî vegere ser çanda xwe ya kevnar, vegere ser Êzîdiyatiya xwe ya kevnar. Ev tiştên niha ne çanda me ye, ji xwe re kirîne wek modelek, ev modela dewleta ye.”
 
Girêdayî naveroka semînerê sînevîzyonek jî hate nîşandan.
 
Semîner bi dirûşma, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Şengalê bi dawî bû.