Ji jinên girtî re kart hatin şandin

  • 12:35 23 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ÎDIR - Li Îdirê di pêşengiya TJA'yê de jinên ku hatin cem hev, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji jinên girtî re kart şandin.
 
 Li Îdirê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de jinên ku bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Tundiya li Ser Jinê li avahiya HDP'ê ya bajêr hatin gel hev ji bo jinên girtî kart amade kirin  û piştre çûn postexaneyê kartên made kirin ji jinên girtî re şandin. 
 
Di çalakiyê de Hevseroka Bajarê Îdirê  Semra Dogruyol axivî û diyar kir ku jinên têkoşer rêya wan ronî dikin. 
 
Gulîzar Çakmakçi ya HDP'yî jî got ku ew hemû jinan bi heskirin silav dike û li gel hemû jinên têkoşer in.