Li Kobanê êrîşî dibistanê kirin
- 17:56 22 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku dewleta Tirk navenda tenduristiyê ya li Kobanê bombe kir, vê carê dibistanek kir hedef.
Dewleta Tirk dibistaneke li gundê Koran ê rojhilatê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.
Nêzîkî saetek berê navenda tenduristiyê ya gundê Qeremox jî hatibû bombebarankirin.
Gundê Qeremox ê rojhilatê bajêr û gundên Ziyaret û Siftekê yên rojavayê Kobanê ji saet 16.00’an ve careke din hatin bombekirin.
Li gundê Siftekê jî bendaeke hêzên girêdayî hikûmeta Şamê bû hedef. Di heman demê de gundên Rotan, Şamo û Digire yên Qamişlo bi hewan û obusan hatin bombekirin.
Hat zanîn ku gundên Suryanî yên Rotan û Girkê Şemo jî êrîşî wan hatiye kirin.