Li Kobanê êrîşî dibistanê kirin 2022-11-22 17:56:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku dewleta Tirk navenda tenduristiyê ya li Kobanê bombe kir, vê carê dibistanek kir hedef.   Dewleta Tirk dibistaneke li gundê Koran ê rojhilatê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Nêzîkî saetek berê navenda tenduristiyê ya gundê Qeremox jî hatibû bombebarankirin.   Gundê Qeremox ê rojhilatê bajêr û gundên Ziyaret û Siftekê yên rojavayê Kobanê ji saet 16.00’an ve careke din hatin bombekirin.   Li gundê Siftekê jî bendaeke hêzên girêdayî hikûmeta Şamê bû hedef. Di heman demê de gundên Rotan, Şamo û Digire yên Qamişlo bi hewan û obusan hatin bombekirin.   Hat zanîn ku gundên Suryanî yên Rotan û Girkê Şemo jî êrîşî wan hatiye kirin.