Rê nadin Nergîs Muhammedî tedawî bibe

  • 11:16 5 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Nergîs Muhammedî ragihand ku rê nayê dayîn Nergîs were tedawîkirin û bang li saziyên mafê mirovan kir ku bi erkê xwe rabin.
 
Malbata aktîvîsta mafên mirovan a girtî Nergîs Muhammedî têkildarî rewşa Nergîsê daxuyaniyek belav kir.
 
Malbatê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gorî biryara nivîskî ya dixtorê dil, pêwîst bû di vê mehê de Nergîs ji bo kontrolê serdana nexweşxaneyê bikira, lê rayedarên girtîgehê rê nadin Nergîs serdana nexweşxaneyê bike.
 
Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku li gorî dixtoran, pêwîste Nergîs bi aweyek lezgîn were emeliyatkirin. Malbatê bang li saziyên mafê mirovan kirin ku li ser rewşe erka xwe bicih bînin.
 
Hêjayî gotinê ye meha borî jî rayedarên girtîgeha Evîn 3 caran rê nedan ku Nergîs serdana nexweşxaneyê bike.