'Dem dema yekîtî û hevgirtina neteweya kurd a li dijî kurdkujiyê ye!'
- 11:12 21 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek sazî û dezgehên kurd ên ziman û wêjeyê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û gotin:"Dem dema yekîtî û hevgirtina neteweya kurd a li dijî kurdkujiyê ye!"
Li dijî êrişên dewleta tirk a bi piştgiriya hêzên navnteweyî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên sazî û dezgeyên ziman û wêjeyê daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em hemû êriş û tevkujiyên li dijî kurdan ên li her derê, bi tundî şermezar û nelet dikin û di serî de li hemû tevger, partî, sazî, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd, bang li hemû kurdên li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê, tevahiya derdorên biwijdan û mirovahîparêz dikin ku, li dijî êriş û tevkujiyên hovane yên li ser me kurdan tên meşandin rabin ser piyan û li dijî êrişkar û tevkujeran helwesta xwe di her qadê de, bi awayekî herî zelal, domdar û encamgir nîşan bidin."
Dewamiya daxuyaniyê wiha ye:
"Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Em kurd jî wek hemû neteweyên cîhanê xwedî mafên bingehîn ên xwezayî ne. Mafê me yê herî xwezayî ye ku em jî wek neteweyeke qedîm a dîrokê li ser axa xwe, bi nasname, ziman, çand, huner, wêje û hemû nirxên xwe yên neteweyî azad bijîn. Sed mixabin hêzên dagirker bi sedan sal in rê li ber vê yekê digirin û her tim êrişî me kurdan û axa me Kurdıstanê dikin, kurdkujiyê pêk tînin.
Di êrişên li ser kurdan de çekên kîmyewî tên bikaranîn; zarok, jin, nivîskar, rojnameger û kesên sivîl bi tevayî tên qetlkirin. Ev yek li gel tevkujiya me kurdan sûcekî mirovahiyê ye jî.
Herî dawiyê dewleta Îranê li rojhilat û başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk jî li rojava û başûrê Kurdistanê bi awayekî hovane êrişî kurdan kirin, rojnameger, zarok û jin jî di nav de gelek kurd qetil kirin. Ev êriş û tevkujî di heman demê de li dijî nasname, ziman, çand, wêje, huner, raman, hebûn û xwebûna azad a neteweya kurd e.
Em hemû êriş û tevkujiyên li dijî kurdan ên li her derê, bi tundî şermezar û nelet dikin û di serî de li hemû tevger, partî, sazî, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd, bang li hemû kurdên li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê, tevahiya derdorên biwijdan û mirovahîparêz dikin ku, li dijî êriş û tevkujiyên hovane yên li ser me kurdan tên meşandin rabin ser piyan û li dijî êrişkar û tevkujeran helwesta xwe di her qadê de, bi awayekî herî zelal, domdar û encamgir nîşan bidin.
Dem dema têkoşîna rûmet û xwebûna neteweyî ya kurd e!
Dem dema yekîtî û hevgirtina neteweya kurd a li dijî kurdkujiyê ye!
Dem, bi giyanê seferberiyê, dema bilindkirina têkoşîna azadiya neteweya kurd e!
Berxwedan, raperîn û têkoşîna me kurdan a azadiyê dê bi ser bikeve.
*Komeleya Lêkolînên Ziman Çandên Mezopotamyayê
* Kovara Destar
*Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
* Enstîtuya Kurdî ya Amedê
* Komeleya Wêjekarên Kurd
*Înstiuya Kurdî ya li Stockholmê
*Enstituya Kurdî ya Brukselê
*Înstituya Kurdî ya li Elmanyayê
*Enstituya Swîsreyê
*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî
*Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê
*Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê."