'Dem dema yekîtî û hevgirtina neteweya kurd a li dijî kurdkujiyê ye!' 2022-11-21 11:12:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek sazî û dezgehên kurd ên ziman û wêjeyê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û gotin:"Dem dema yekîtî û hevgirtina neteweya kurd a li dijî kurdkujiyê ye!"   Li dijî êrişên dewleta tirk a bi piştgiriya hêzên navnteweyî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên sazî û dezgeyên ziman û wêjeyê daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em hemû êriş û tevkujiyên li dijî kurdan ên li her derê, bi tundî şermezar û nelet dikin û di serî de li hemû tevger, partî, sazî, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd, bang li hemû kurdên li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê, tevahiya derdorên biwijdan û mirovahîparêz dikin ku, li dijî êriş û tevkujiyên hovane yên li ser me kurdan tên meşandin rabin ser piyan û li dijî êrişkar û tevkujeran helwesta xwe di her qadê de, bi awayekî herî zelal, domdar û encamgir nîşan bidin."   Dewamiya daxuyaniyê wiha ye:   "Ji Çapemenî û Raya Giştî re   Em kurd jî wek hemû neteweyên cîhanê xwedî mafên bingehîn ên xwezayî ne. Mafê me yê herî xwezayî ye ku em jî wek neteweyeke qedîm a dîrokê li ser axa xwe, bi nasname, ziman, çand, huner, wêje û hemû nirxên xwe yên neteweyî azad bijîn. Sed mixabin hêzên dagirker bi sedan sal in rê li ber vê yekê digirin û her tim êrişî me kurdan û axa me Kurdıstanê dikin, kurdkujiyê pêk tînin.   Di êrişên li ser kurdan de çekên kîmyewî tên bikaranîn; zarok, jin, nivîskar, rojnameger û kesên sivîl bi tevayî tên qetlkirin. Ev yek li gel tevkujiya me kurdan sûcekî mirovahiyê ye jî.    Herî dawiyê dewleta Îranê li rojhilat û başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk jî li rojava û başûrê  Kurdistanê bi awayekî hovane êrişî kurdan kirin, rojnameger, zarok û jin jî di nav de gelek kurd qetil kirin. Ev êriş û tevkujî di heman demê de li dijî nasname, ziman, çand, wêje, huner, raman, hebûn û xwebûna azad a neteweya kurd e.   Em hemû êriş û tevkujiyên li dijî kurdan ên li her derê, bi tundî şermezar û nelet dikin û di serî de li hemû tevger, partî, sazî, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd, bang li hemû kurdên li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê, tevahiya derdorên biwijdan û mirovahîparêz dikin ku, li dijî êriş û tevkujiyên hovane yên li ser me kurdan tên meşandin rabin ser piyan û li dijî êrişkar û tevkujeran helwesta xwe di her qadê de, bi awayekî herî zelal, domdar û encamgir nîşan bidin.   Dem dema têkoşîna rûmet û xwebûna neteweyî ya kurd e!    Dem dema yekîtî û hevgirtina neteweya kurd a li dijî kurdkujiyê ye!   Dem, bi giyanê seferberiyê, dema bilindkirina têkoşîna azadiya neteweya kurd e!   Berxwedan, raperîn û têkoşîna me kurdan a azadiyê dê bi ser bikeve.   *Komeleya Lêkolînên Ziman Çandên Mezopotamyayê * Kovara Destar  *Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê * Enstîtuya Kurdî ya Amedê * Komeleya Wêjekarên Kurd  *Înstiuya Kurdî ya li Stockholmê  *Enstituya Kurdî ya Brukselê *Înstituya Kurdî ya li Elmanyayê  *Enstituya Swîsreyê  *Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî *Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê *Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê *Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê *Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê  * Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê *Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê."