Li Cizîrê panela 'Dirkirina çand û ziman de rola qeyûman' hate lidarxistin

  • 19:11 13 Tebax 2022
  • Rojane

ŞIRNEX - Li Cizîrê panela “Di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman” hate lidarxistin. Di panelê de peyama li dijî polîtîkayên bişaftinê û qirkirinê parastina ziman hate dayîn.

Li ser mijara di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Cîzîrê panel hate lidarxistin. Moderatiriya panelê Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu kir. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî û Civaknas Helîm Barîn wek panelîst beşdar bûn. Di heman demê de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêxistinên navend û navçeyên HDP’ên Şirnexê, Tevgera Jinên Azad(TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdar bûn. Di eywanê de pankarta “Di qirkirina çand û ziman de rola qeyûman” hate daliqandin. Panel piştî rêzgirtinê bi pêşkeşkirina sînevîzyona derheqê girîngiya çand û ziman de dest pê kir. 

Di destpêkê de Hevşaredar Gulîstan Oncu, derbarê panelê de agahî da û li ser girîngiya çand û ziman axivî. Gulîstan, diyar kir ku bi salan e ji bo bidestxistina mafên ziman û çandê têkoşînek tê dayîn û got: “Bi tayin kirina qeyûman gelek deskeftiyên kurdan a ji aliyê çand û ziman de hatin desteserkirin. Bİ tayinkirina qeyûman a li ser şaredariyan vîna gel hate desteserkirin. Bi êrîşên hovane li ser çand û zimanê vî gelî astengî û qedexekirin hatiye pêkanîn. Em di panelê de li ser van mijaran rawestin.”

‘Qirkirinek çandî tê meşandin’

Di destpêkê de wek panelîst  parlementer Omer Ocalan mafê axaftinê girt. Omer, daxuyand ku polîtîkayên qeyûm ê sedsalî ne û wiha axivî: “Polîtîkayên qeyûm ne nû ne. Berê de jî hebû û niha jî tenê li ser formatê hatiye avêtin. Sed sal berê jî gava avakirina komara Tirkiyê de ew polîtîkayên xwe bi înkarkirina pirsgirêka kurd, polîtîkayên bişaftinê bi plana şark-islahatê pêş xistin. Ango bi sedan salan e qirkirinek çandî tê meşandin. Em di tax û malên xwe de bi kurdî diaxivin. Lê belê şaredariyên me jî ew zimanê xistin sazîyan. Di warê ziman de gelek xebat kirin. Lewra hikûmet tehamûlê vî nekir û qeyûman tayinî şaredariyan kir. Ruxmî van hemûyan jî têkoşîn û berxweanek ji bo ziman tê dayîn. Heya ku zimanê kurdî nebe zimanê fermî û perwerdehiyê dê ew xebat û têkoşînên ji bo zimanê berdewam bike.”

‘Ziman mifteya azadiya Gelê Kurd e’

Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî jî bal kişand ser bandora qeyûman a li ser çand û ziman û wiha axivî: “Qeyûm xespkirina mafên civakê ya di her ailiyê de ye. Gava em pêkanîna qeyûman dinêrin, ew karmendên dewletê nin ku vîn û îradeya gel xesp kirine ye. Çand û ziman aliyê rêveberiyê herêmî de xwedî rolekê girîng e. Ji ber ku ziman û çand bi vê yekê pêş diçe. Xebatên di nav tax û kolanan de an jî sazî û dezgehên di nav herêman de ziman cihekê digire. Lewra desthîlatdar pêşketina ziman û çanda gelekê li dijî bekaya xwe dibîne. Gava karmendên dewletê wan rêveberiyên herêmî yê ku ji aliyê gel ve hatibûn bijartin desteser kirin ya yekemin tabelayên kurdî rakirin, sazîyên çandî hatin girtin û sazî û dezgehên jinan hatin girtin. Lê belê Gelê Kurd ruxmî van hemû zext û binpêkirin û qedexeyan li ber xwe daye û têkoşîna xwe berdewam dike. Ziman mifteya azadiya Gelê Kurd e û ew jî di destê Gelê Kurd e. Bidestxistina mafê ziman di heman demê de bidestxistina statûye ye.”

‘Bêyî çand civak bê wate ye’

Herî dawî jî Civaknas Helîm Barîn axivî û destnîşan kir ku her civak bi rêya çanda xwe pênase dike û got: “Bêyî çand civak bê wate ye. Ew qirkirina bê wate dibe qirkirinek fîzîkî û çandî. Çand bê parastin nabe. Di bingeha esasî de parastina çandê divê.  Ji bo mêtingeriyê pêrgalên yekperest gava berjewendiyên wan yek bin li dijî vê yekitiya xwe ava dikin. Lê divê em jî li dijî vê derbikevin û ji bo parastina çand û zimanê yekitiya xwe ava bikin. Gava em dibêjin çand tenê govend, stran û rengên me tên bîra me. Lê belê aborî, siyaset û gelek qadên civakî jî çand in. Dewlet jî li dijî çanda me bi hemû sazî û bîr û baweriyên xwe êrişî me dikin."

Piştî axaftinên panelîstan, panel bi pirsên beşdarvanan ve bi dawî bû.