Nûnera KCDP’ê Şîrîn: Ji bo avakirina rayagiştî divê em têbikoşin

  • 09:03 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalincakoglu bal kişand ser zext û êrîşên li ser jinan û got çekdariya şexsî zêde bûye û wiha domand: “Çekdariya şexsî bandor li ser hemû civakê kiriye. Argumanên tundiyê zêde ne. Ji bo afirandina hişmendiyê divê em peywira xwe bînin cih. Divê em rayagiştî ava bikin û têkoşînê bidin.”
 
Di encama polîtîkayên AKP-MHP’ê de zex û tundiya li ser jin û zaorkan zêde dibe û her wiha çekdariya şexsî jî bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Bi fehsihkirina Peymana Stenbolê  re ev êrîş zêde bûn û niha jî qanûna 6284 di hedefa desthilatdariyê ye. Rêxistinên jinan li djî qikririnên jin û zarokan û mafên jiyanê li her derê têkoşînê dimeşînin.
 
Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Şîrîn Yalincakoglu der barê mijarê de axivî.
 
Bi bêcezahiştinê xelat dikin
 
Şîrînê da zanîn ku gumanbarên jin, zarokan, yên destdirêjiyê, tundiyê dikin bi polîtîka  bêcezahiştinê tên xelatkirin û tevî delîlên şênber  gumanbar ji ‘rewşa baş’ û ‘ tahrîkê’ bê ceza dimînin. Şîrînê wiha dirêjî dayê: “ Ligel vê gumanbar tundiya xwe didomînin. Jin dema tundî lê  tê kirin û serî li saziyan didin, carnan serlêdana wan ji aliyê dozger ve cidî nayê girtin û qanûna 6284 pêk nayê û gumanbar ji vê cesaretê digirin. Bi taybet di demên dawî de jin ji ber dixwazin der barê jiyana xwe de biryarê bidin  û dest ji mêran berdin, ev helwesta wan bi tundî, tehdîd û mirinê encam dibe.”
 
‘Sedema herî mezin zêdebûna tundiyê û bêcezahiştin e’
 
Şîrînê balkişand ser polîtîkayên tundiyê yên li ser jinan û wiha dirêjî dayê: “Mêr tundiyê roj bi roj zêde dikin. Li Rezana Amedê di 21’ê tebaxê de Narîn Guran a 8 salî winda bû û 19 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin. Me dît ku malbat tê parastin. Gelek kesên ji vê îlhamê digirin sûc û êrîşkariya xwe didomînin. Ji ber vê jî sedema herî mezin a tundiyê bêcezahiştin e.”
 
‘Hikûmet piştgiriyê didê’
 
Şîrînê her wiha anî ziman ku sala borî wezareta malbatê komxebata malbatê pêk aniye û got: “Bi argumanên wekê em ê malbatê xurt bikin, em ê malbatê biparêzin’ derkteiye holê. Ji bo parastina malbatê jinan hepsê malê dikin û tundî li wan tê kirin. Ev bi piştgiriya dewletê tê kirin. Malbatê pîroz dikin û jinan têde tune dikin. Mêrên ku jin û zarokan dikujin jî zêde  bûne.”
 
Peymana Stenbolê
 
Şîrînê destnîşan kir ku roja ku Peymana Stenbolê hatiye feshkirin, me çalakiya protestoyî li Taksîmê pêk anî û li dijî vê me refleksek xurt nîşan da. Şîrînê anî ziman ku ger Peymana Stenbolê pêk bihata wê wekheviya zayenda civakî jî pêkan bûna. Şîrînê  wiha got: “Niha jî qanûna 6284 di hedefê de ye. Em ê li dijî vê têbikoşin.”
 
'Çekdariya şexsî zêde bûye'
 
Şîrînê di dawiya axaftina xwe de  bilêv kir ku çekdariya şexsî û polîtîka tundiyê bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye û wiha dawî lê anî: Çekdariya şexsî bandor li ser hemû civakê kiriye. Argumanên tundiyê ne zêde ne. Ji bo afirandina hişmendiyê divê em peywira xwe bînin cih. Divê em rayagiştî ava bikin û têkoşînê bidin.”