‘Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin’

  • 09:02 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
Memihan Zeydan
 
WAN - Jinên ku der barê mîtînga Amedê de banga tevlibûnê kirin gotin: “Em  di 13'ê ’ê cotmehê bang li herkesî dikin ku tevli mîtînga li Amedê dê bê lidarxistin bibin. Em bimeşin azadiya xwe û xwedî li azadiya xwe derkevin.”
 
Li Amedê 13’ê cotmehê wê bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev" wê mîtîng pêk bê. Ji mîtîngê re demek kurt ma û xebat li lez û bez didomin.
 
Jinan li Wanê ji bo mîtînga 13’ê cotmehê nirxandin kirin û banga tevlibûnê kirin.
 
‘Em xwedî li azadiya xwe derkevin’
 
Hevseroka DEM partî ya  Altindag a Enqereyê Guler Aydin da zanîn ku komploya 9’ê cotmehê  tenê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nagirin dest û wiha got: “Di şexsê serokatiyê de komplo li hemberî hemû gelê Kurd pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de nirxandin raste. Ji ber vê jî tecrîd li hember îradeya gelê Kurd e. Li hember îradeyê êrîş û xesp heye.  Ji ber vê jî têkoşîna serokatiyê divê wek têkoşîna gelê Kurd bê xwendin. Divê hemû cîhan bibe dengê vê têkoşînê.”
 
Gulerê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê ji bo bibin dengê vê têkoşînê çalakî û bername pêk bên û wiha domand: “ Ger ku em di esasa paradîgma serokatiyê de hebûna xwe biparêzin û sekna xwe nîşan bibin di vê çarçoveyê de divê têkoşîn bê pêşxistin. Di şexsê serokatiyê de li ser gel tecrîd heye. Divê em bibin dengê azadiya xwe û xwedî lê derkevin. Em herkesî di 13'ê cotmehê de vedixwînin mîtînga li Amedê. Em xwedî li azadiya xwe derkevin. Ya dikeve ser milê me ev e."
 
‘Em ê 13’ê cotmehê li qadan bin’
 
Hevseroka komeleya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe li Derguşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Hanim Kaya jî daxuyakirin ku li Rojhilata Navîn şer heye û wiha got: “Ji bo fikrên Rêberê PKK’ê bên astengkirin komplo didome. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 13’ê cotmehê li Amedê bin. Em hemû kesî vedixwînin.”
 
Hevseroka DEM Partî ya Bêgiriya Wanê Hanim Sezen jî der barê mîtînga 13’ê cotmehê ya ku wê li Amedê pêk bê bang kir û daxuyakirin ku ew 13’ê cotmehê li dijî tecrîdê bibin deng.