Dengê jinên Kurd MKG yek salî ye

  • 09:04 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Rojnameger Roza Metîna der barê yekemîn salvegera MKG’ê de nirxandin kir û anî ziman ku divê hemû rojnamegerên jin xwedî li MKG’ê derkevin û wiha got: “Hatina jinan gel hev a di bin sîwaneya MKG’ê de girîng e.”
 
Rojnamegerên jin ên Kurd ên di çapemeniya azad de cih digirin îmze avêtin binê xebateke yekem ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û di 7’ê cotmeha 2023’an de Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ava kirin. Komeleya ku di salvegera şehadesta rojnameger Gurbetellî Ersoz de avakirina xwe îlan kir, ji bo rojnamegerên jin wateyek mezin îfade dike. Rêveberiya komeleyê jî ji aliyê jinan ve tê kirin û di heman demê de gelek endamên rojnameger yên komeleyê hene. Ligel atolyeyên cuda ku rojnamaegerên jin bi wan tên pêşxistin, her meh bi rêk û pêk binpêkirinên mafan yên bi raporê jî tên amadekirin û parvekirin. Komele di heman demê de bi sazî û dezeyan re serdanan pêk tîne û pirsgirêkên civakî bi çavê çapemeniyê nîqaş dikin.
 
Seroka MKG’ê Roza Metîna der barê yekemîn salvgera damezarndina MKG’ê de nirxandin kir.
 
‘Me xwest em mîrateya rojnamegeran ragîhinin nifşê pêş’
 
Rozayê pêvajoya vekirina komeleyê û li ser kîjan esasan hatiye vekirin vegot û yek ji sedemên esas ên avakirina komeleyê wek ‘mîrateya rojnamegerên berxwedêr esas girtine û vekirine’ ragîhand. Rozayê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Me xwest em xwedî li mîrateya rojnamegerên wek Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Nujiyan Erhan, Şîlan Aras derkevin û mîrateya wan ragihînin nifşê pêş me. Beriya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bê vekirin, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hebû. Wê demê jinan di bin banê vê platformê de xebatên xwe dimeşnadin. Platform di deme ku sazî û dezge hatin girtin de hat avakirin. Platformê demek dirêj bû xizmet dida. Ev platform nehat girtin lê me biryara komelebûnê girt. Me serlêdan kir û komele vekir.  Di 7’ê cotmehê de di roja şehadesta rojnameger Gurbetellî Ersoz de me avakirina komeleya xwe îlan kir. Niha gelek endamên me yên rojnamegerên jin hene û hemû xebatên me jî di bin vê sîwaneyê de tên meşandin.”
 
‘Em li dijî hemû binpêkirinên mafan dengê xwe bilind dikin’
 
Rozayê her wiha destnîşan kir ku komele wek bersiveke li dijî hemû êrîşane û balkişadn ser êrîşên sîstematîk yên li hember rojnamegrên jin. Rozayê wiha dirêjî dayê: “Herî dawî li Silêmaniyê rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahaddîn bi SÎHA’yên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Li her çar alî Kurdistanê li dijî rojnamegerên jin êrîşek mijara agotinê ye. Li aliyê din jî me xwest em li dijî zimanê zayendperest bi alternatîfekê bersivê bidin. Zimanê zayendperest yên AKP-MHP’ê jinan raste rast hedef digire. Em wek komele bi tevlibûna rojnamegerên saziyên din re der barê rojnamegeriya jinê de atolyeyan pêk tînin. Em zor û zehmetiyan û zilma çapemeniya dîjîtal digirin dest. Her meh em raporên der barê binpêkirina maf de diweşînin. Em di rojên taybet de ji rojnamegerên jin yên girtî re pirtûk û nameyan dişînin. Em li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe bilind dikin.”
 
‘Hatina gel hev a di bin sîwaneya MKG’ê de girîng e’
 
Rozayê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê hemû rojnamegerên jin di bin banê MKG’ê de bên gel hev û wiha dawî lê anî: “MKG li ser esasa xwedîderketina li keda jinê hatiye vekirin.  Ji ber vê hatina jinan gel hev a di bin sîwaneya MKG’ê de girîng e. Jin çiqas  bên vir û li dijî pergala yekparêz xwe pêş bixînin ji bo me evqas başe. Ji ber vê banga me ev e, divê rojnamegerên li dijî zilmê serî hildidin bên tevli xebat û atolyeyên me bibin û bibin endamên MKG’ê.  MKG dengê hemû jinên cîhanê û jinên Kurd e. Ji ber vê xwedî derketina li MKG’ê girîng e.”