Dayikên Şemiyê: 29 sal in kujer tên parastin

  • 14:55 13 Tebax 2022
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê yên vê hefteyê li aqûbeta Erdogan Şakar ê 29 sal berê hat windakirin pirsîn gotin 29 sal in kujer tên parastin.
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û  faîl ango kujer bên dîtin û darizandin di hefteya 907’emîn de çalakiya xwe online li dar xistin. Vê hefteyê li aqûbeta Erdogan Şakar ê di 13’ê tebaxa 1993’yan de li semta Okmeydaniya Stenbolê ji aliyê polîsan ve di serdegirtina kargeha Perpa de hat binçavkirin û carek din xeber jê nehat wergirtin, pirsîn. Serpêhatî ango metna daxuyaniya vê hefteyê parêzera ÎHD’ê Jiyan Tosûn a keça windakirî Fehîm Tosûn xwend. 
 
‘Wezîrê Dadê kevneşopiya înkarê didomîne’ 
 
Jiyan daxuyaniya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kus ê roj berê li Konferansa Sefîran a 13’emîn de kiribû û gotibû, “Yên ku qîra edaletê dikin, dozên anîne rojevê hejmara wan pênc e, jê zêdetir tune ye” bi bîr xist û got: “Wezîrê Dadê kevneşopiya înkarê didomîne. Em li dijî wî carek din qîr dikin, Li vî welatî li dijî mirovan sûc hatin kirin û hê jî ev sûc didomin. Li vî welatî kujer, faîl tên parastin û nayên darizandin û cezakirin. Sûcên hatine kirin bi demboriyê re rûbirû dimîne. Carek din lê nayê pirsîn. 907 hefte ne em dosye ango dozan bi raya giştî re parve dikin. Lê belê daraz nakeve tevgerê. Em dibêjin ‘tune’ çimkî li Tirkiyeyê edalet tune ye.” 
 
'Di wê serdegirtina polîsan de 5 welatî jî tên qetilkirin'
 
Jiyan bal kişand ser aqûbeta Erdogan Şakar û diyar kir ku dema ew tê windakirin 2 zarokên wî hene. Jiyan da zanîn ku polîsên şaxa Têkoşîna Dijterorê ya Stenbolê bi ser avahiya Navenda Kar a Perpayê ya li Okmeydani ve digirin û Erdogan Şakar li cafeyek wir binçav dikin û carek din xeber jê nayê girtin. Jiyan got di wê serdegirtina polîsan de 5 welatî jî tên qetilkirin. 
 
'29 sal in kujer tên parastin'
 
Jiyan anî ziman ku piştî 18 salan bi axivîna Ayhan Çarkin ê ku li xwe mikûr hat û gotibû operasyona Perpayê aydê Daîreya Tîmên Taybet bû re derket holê ku Erdogan Şakar ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û windakirin. Jiyan da zanîn ku polîsên ji doza kuştina welatiyên li Perpayê dihatin darizandin hatine beraetkirin û kujer bi destê darazê hatine rizgarkirin. Jiyan destnîşan kir ku têkildarî windakirina Şakar de lêpirsînek karîger nehatiye destpêkirin û 29 sal in sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin û kujer bi zirxa bêcezahiştinê tên parastin. 
 
Jiyan anî ziman ku ew di hefteya 907’emîn de carek din daxwaz dikin ku aqûbeta Erdogan Şakar bê zelalkirin û ji bo faîl û berpirsiyar bên cezakirin lêpirsînek karîger were destpêkirin û bûyer bê ronîkirin û edalet bicih were.