'Heta winda bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin'

  • 13:40 13 Tebax 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan li Amedê li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê 28 sal in agahî jê nayê girtin, pirsîn. Xizmên Windayan gotin:"Heta winda bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 705’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Biryardariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hildan. 
 
Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven diyar kir ku dewlet hê jî ji bo dîtina windakiriyan gav neavêtiye û heta winda bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin û windakirin bûne polîtîkaya dewletê. 
 
28 sal in xeber jê nayê girtin
 
Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Îbrahîm Kartay ê di 15’ê tebaxa 1994’an de li gundê Hûnî ya bi ser navçeya Hênê ya Amedê piştî hat binçavkirin, carek din agahî jê nehat girtin, hat xwendin. Rêvebera ÎHD’ê parêzer Jiyan Ormanli serpêhatiya windakirina Îbrahîm Kartay xwend. 
 
'Em dixwazin ji bo hemû windayan edalet bi cih were'
 
Jiyan li bal kişand ser çîroka windakirina Îbrahîm Kartay û piştî ew li gund tê binçavkirin carek din agahî jê nayê girtin. Jiyan xwest kujer ango faîlên Îbrahîm Kartay ê 28 sal in agahî jê nayê girtin bên dîtin û got: “Em dixwazin di dosyeya Îbrahîm Kartay de heqîqet derkeve holê û lêpirsînek karîger a ku hemû berpirsiyarên sûc kirine bên tespîtkirin û cezakirin bê destpêkirin. Em dixwazin ji bo Îbrahîm Kartay û hemû windayan edalet bi cih were.” 
 
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.