TAJÊ: Dem dema xwedîderketina li berxwedanê ye

  • 15:15 12 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrişan û got: "Em bang li welatparêz, azadîxwaz, Gelê Kurd û bi taybetî jî jin û ciwanan dikin ku li dijî êrişan rabin û ax û rûmeta xwe biparêzin. Dem, dema xwedî li derketina li axa pîroz û berxwedanê ye."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li hemberî êrİşên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "
 
Osmaniyan, bi dehan fermanan bi serê êzidiyan de anîne û xwestiye ku êzidiyatiyê ji binî ve ji holê rabike. Lewma di serî de pêşengên êzidiyan dike hedef.  Lê egîd, leheng û pêşeng, tu car ji êzidiyan xalî nebûne. Êzidiyan, li ber 74 fermanan li ber xwe daye. Piştî 74 fermanên bi ser de hatin, êzidiyan, xwe bi rêxistin kir û hêza xwe ya parastina ava kir û bûn xwedî îrade. Niha li ber xeteriya Osmanitiya nû li ber xwe didin. 
 
Heyfa DAIŞ'ê hiltîne...
 
Ji sala 2017’an heta bi niha bi sedan caran bi balafiran êrişê axa Sûriye û Iraqê kiriye. Bi van êrişan bi taybetî Rojavayê Kurdistanê, Şengalê, Mexmûr û Herêmên Parastina Medyayê kirine hedef. Dewleta Tirk, pêşeng û qehremanên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi çeteyên DAIŞ’ê re şer kirin, hemû cîhanê ji xeteriya DAIŞ’ê rizgar kirin, ji xwe re dike hedef. Bi vî awayî heyfa DAIŞ’ê hiltîne. 
 
Pêşengên êzidî kirin hedef 
 
Dewleta Tirk a dagirker, bi hevkariya PDK’ê ji bo gihîştina armanca xwe êrîşên hewayî dike, hemû qanûn û yasayên cîhanî binpê dike. Ji meha nîsanê heta bi niha, dewleta Tirk a dagirker, li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne.  Sivîlan qetil dike. Par, nexweşxaneya gundê Sikêniyê bombebaran kir û komkujî kir. Îsal, li Zaxoyê komkujiyek kir. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê sivîlan dike armanc û qetil dike. Tevî van sûcên şer ên dewleta Tirk, sazî û rêxistinên mafê mirovan, xwe ker kirine, çavên xwe girtine. Dewleta Tirk a dagirker û qirker, bi hevkarê xwe PDK re, ji bo ku Êzidiyan bê îrade û rêxistin bihêle Mam Zekî, Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî û Merwan Bedel û gelek pêşengên êzidiyan kirin hedef.
 
Axa rûmet biparêzin
 
Di Şexsê Şehîd Mam Zekî û Şehîd Said Hesen de tevahiya Şehîdên meha Tebaxê bi bîr tînin. Em wek êzidî, bi taybet jinên êzidî em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û dev ji doz û mafê xwe yê azadiyê bernedin. Heta ku em dagirkeriya dewleta Tirk li ser vê axê têk nebin, em dev ji têkoşîn û berxwedanê bernadin. Li ser xeta Mam Zekî û Mam Seyîdan em ê li ber neviyê Osmaniyan heta bi serkeftinê li ber xwe bidin. Em wek jinên Şengalî, êrişên vê dawiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiya malbatên şehîdan, gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê dixwazin û şifaya xêrî ji birîndaran re dixwazin. Em dibêjin ku em wek jin û civaka êzidî heta bi dawiyê bi gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re ne.
 
Em bang li hemû kesên welatparêz, azadîxwaz û Gelê Kurd û bi taybetî jî bang li jin û ciwanan dikin ku li ber êrişên dewleta Tirk a dagiker rabin û rê li ber xeteriya Osmanîtiya nû bigirin, ax û rûmeta xwe biparêzin.  Dem, dema derketina xwedî li axa pîroz û berxwedanê ye."