Rapora Çavdêriyê ya Nobeda Edaletê: Zext li malbatê tê kirin

  • 14:43 12 Tebax 2022
  • Rojane
 
RIHA - Şaxa OHD'ê ya Rihayê di rapora çavdêrêyê ya malbata Şenyaşar de da zanîn di dosyaya 4 salan de tu pêşketin çênebûye û got zext li malbatê tê kirin. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê têkildarî neheqiyên li ser Emîne Şenyaşar û lawê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digirin, “Rapora Çavdêriya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar” amade kir. OHD’ê bi civînek çapemeniyê rapor li avahiya xwe eşkere kir û endamên komeleyê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê tev li civînê bûn. 
 
'Zext li malbatê tê kirin'
 
Rêveberê OHD’ê Nîhat Şahîn di civînê de axivî û agahiyên derbarê neheqiyên li ser malbatê tên kirin û pêk nehatina edaletê de agahî dan. Nîhat got armanca wan ew e ku bi vê raporê zextên li ser malbatê tên kirin raya giştî jê agahdar bikin. Nîhat anî ziman ku dema wan rapor amade dikir parêzeran li gel ferdên malbata Şenyaşar hevdîtinan kirine û di berdewama axaftina xwe de behsa lêpirsîn û dozên li malbatê hatine vekirin kir. Nîhat da zanîn ku lêpirsînên derbarê malbatê de hatine vekirin tenê ji bo têkbirina nobeda edaletê ye. Nîhat diyar kir ku bi armanca malbat dest ji berxwedana xwe berde di lêprisînê de pêşketin çênabe û polîs zextan li ser malbatê dikin û dixwazin peşkê li Nobeda Edaletê bixin. Şahîn bang li sazî û dezgehan pêwendîdar kir ku daxwaza edaletê ya Malbata Şenyaşar pêk bînin.