Nobeda Edaletê di roja 522'yemîn de ye: Wê hesab bidin

  • 13:44 12 Tebax 2022
  • Rojane
 
RIHA - Di roja 522'yemîn a Nobeda Edaletê de li dijî astengkirina malbata Şenyaşar bertek nîşan da û wiha got:"Yên ji bo me qedexeyan îlan dikin sibehê dema edalet bê cih wê hesab bidin."
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 522’yan de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê. Polîsan nehişt ku malbat di ketina edliyeyê de rûnin û malbatê li “Quncika edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kir. 
 
Malbatê, pankarta “Edalet ji bo her kesî” ku wêneyên xizmên wan ên hatine qetilkirin li ser bû û dovîza “Ji bo jiyaneke bi rûmet ev 522 roj in em li benda edaletê ne” bi bariyeran daliqandin. Malbatê ji bo welatî û parêzerên rêya wan bi edliyeyê ketin qala têkoşîna xwe ya edaletê kirin. 
 
'Heta edalet pêk tê û birayê me tê berdan em ê ji vê derê neçin'
 
Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar anî ziman ku ew li cihê ku hewceye edaletê lê pêk were edaletê dixwazin û wiha got: “Sal ji ser komkujiyê re derbas bûn lê hêj jî pêşketinek tune ye. Di dema nobeta me de 3 serdozger, 9 dozgerên dosayayê, waliyek, midûrekê emniyetê yê bajêr û 4 midûrên şaxa midûriyeta ewlehiyê guherîn. Li ser fermana waliyê nû, nahêlin em bikevin baxçeyê edliyeyê. Ev çareserî nîne. Dê nikaribin me têk bibin. Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Yên ku îro ji bo me qedexeyan derdixînin sibe dusibe dema edalet pêk hat dê hesab bidin. Em mafdar in û tevahiya Tirkiyeyê vê dozê dişopîne. Doza me sînorên Tirkiyeyê derbas kir. Me tu carî hêviya xwe qut nekir û dê edalet pêk bê. Heta ku edalet pêk tê û birayê me tê berdan jî em ê ji vê derê neçin.”