Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê hat binçavkirin
- 14:19 11 Tebax 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag hat binçavkirin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şirnexê Sabuha Akdag, ji bo îfade dayînê çû Emniyeta Şirnexê li vir hat binçavkirin.
Sedema binçavkirina Sabuhayê nehat zanîn û hat diyarkirin ku dê sibê Sabahayê sewqê dozgeriyê bikin.