Li Kadîfe Kaleyê wêneyê Aysel Tugluk
- 13:36 11 Tebax 2022
- Rojane
ÎZMÎR - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk bi Kadîfe Kaleyê ve posterek daliqand.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi mebesta protestokirina neberdana siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku nexweşa demansê ye, psotereke ku wêneyê Ayselê li ser bû bi Kadîfe Kaleyê ve daliqandin.