Nobeda Edaletê ya li Amedê didome: Kesek nikare vîna girtiyan têk bibe

  • 12:39 11 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li ber Edliyeya Amedê didome. Malbatan gotin partiyên siyasî dengê wan nabihîsin. 
 
Malbatên girtiyan ên Amedê bi mebesta berdana girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 268’an de li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy û endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) jî piştgirî dan malbatan. 
 
Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada axivî û da zanîn ku ev 9 meh in li edaletê digerin. Reşahat, pirsa “Çima kesek dengê me nabihîse” kir û wiha bertek nîşanî Serokomar Erdogan û wezîrê edaletê Bekir Bozdag da: “Zarokên me çima tên sirgûnkirin? Çima nayên berdan? Înfazên wan çima tên şewitandin?” 
 
‘Kesek nikare vîna girtiyan têk bibe’
 
Bi domdarî Reşahat destnîşan kir ku kesek nikare vîna girtiyan têk bibe û wiha got: “Em bi zarokên xwe re ne. Bila zarokên me werin berdan, înfazên wan neyên şewitandin û bên tedawîkirin. Bila ji girtîgehan darbest dernekevin. Ka partiyên siyasî? Me serî li tevekan jî da. Lê kesekî piştgirî nedan, dengê me nebihîstin. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Em ê her roj daxwaza edaletê bikin. Em ê van qebûl nekin. Heta girtî azad dibin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
‘Divê hemû kesî wekî hev ji qanûn û mafan sûd bigire’
 
Xwîşka girtî Abdulselam Guler, Încî Guler jî diyar kir ku ji bo dewlet bi qanûnên xwe bike nobetê digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zilma li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibe. Heta fatûreyên ceyranê jî girtî didin. Ev yek, hewldana terbiyekirina girtiyan e. Em vê zilmê qebûl nakin. Ma edaleta wezîrê edaletê ev e? Divê hemû kesî wekî hev ji qanûn û mafan sûd bigire. Ji ber kurdbûna me van tiştan bi serê me tînin. Em van tiştan qebûl nekin û heta dawiyê têbikoşin. Banga min ji bo hemû malbatan ew e ku dayik deng bidin dengê me. Werin em tevek bi hev re daxwaza azadiya girtiyan bikin.” 
 
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.