Derbarê girtiyên li dijî îşkenceyê derketin de, lêpirsîn hat destpêkirin!

  • 12:13 11 Tebax 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Girtiyê bi navê Îbrahîm Sutçu da zanîn ku li Girtîgeha Eregli ya Konyayê gardiyan di hefteyekê de çar caran li qawişan digerin û got hemû alavên wan diavêjin erdê. Îbrahim bi lêv kir ku ji ber wan îtiraz kirine loma derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Dayika Îbrahîm, Nazife Sutçu banga hestiyariyê kir. 
 
Binpêkirina mafên li girtîgehan her diçe zêde dibin. Hat diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Eregli ya Konyayê ne di bin zextan de ne. Girtiyê bi navê Îbrahîm Sutçu bi rêya telefona bi malbata xwe bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehê. 
 
Ji ber îtiraz kirin, derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
 
Îbrahîm da zanîn ku di hefteyekê de 4 caran gardiyan bi ser qawişan de digirin û got:"Dema bi ser qawişan digirin hemû alavên me diavêjin erdê. Betanî û çarşefên me birin. Me jî îtiraz kir. Li ser vê yekê derbarê me de lêpirsîna dîsîplînê dane destpêkirin. Mehmet Işiktaş jî dema binpêkirina mafan radigihand telefona wî hat birîn. Bi destpêkirina lêpirsînan gefê bi me didin xwarin."
 
'Armanc ew e ku cezayê zarokên wan bê zêdekirin'
 
Dayika Îbrahîm, Nazife Sutçu bi lêv kir ku armanc ew e ku cezayê zarokên wan bê zêdekirin û wiha pê de çû:"Lawê min di hevdîtina telefonê de diyar kir ku ew di nava rewşeke zehmet de ye. Got wan îtiraz kirine û derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li hundur zilm û îşkenceyê li girtiyan dikin. Berê îşkence kiribûn û diranê Îbrahîm şikandibûn. Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Loma em rehet ranazên. Divê em ji vê re bêjin bisekine. Divê civak li hemberî vêya bêdeng nemîne, deng derxe. Çima zarokên me di bin îşkenceyê de ne? Armanc ew e ku cezayê zarokên wan bê zêdekirin."