Gundên Amûdê, Tirbespiyê û Dirbêsiyê dan ber topan

  • 16:53 9 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NUÇEYAN - Gundên Amûdê, Tirbespiyê û Dirbêsiyê dane ber topan.
 
Li gorî nûçeya Ajansa ANHA'yê artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Cirnik, Til Hemdûn û Xanîkê yên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, gundên Qermanê yê dikeve rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê yê kantona Hesekê topbaran dikin.
 
Heman demê gundên Şelhomiyê, Girdêm û Kêl Hesnak ên bakurê navçeya Tirbesiyê topbaran dikin.
 
Li gorî nûçeya ajansê di topbarana li ser gundên Til Cîhan, Wertan, Zorava, Til Bişik, Mele Ebas ên bakurê rojavayê Tirbespiyê de birîndar hene.