OHD: Tundiya derûnî li Aysel Tûglûk dikin

  • 16:43 9 Tebax 2022
  • Rojane
MÊRSÎN - Derbarê rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk de, Komîsyona Jinan a OHD’a Mêrsînê daxuyaniyek da û got: "Tundiya derûnî li Aysel Tûglûk tê sepandin û divê Aysel demildest were berdan." 
 
Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê têkildarî rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a li girtîgehê nexweş e li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Bedriye Kûş, rêveberên Komeleya Jinan a Mîmoza û Komeleya Jinan a Gunebakan tevli daxuyaniyê bûn. Endama Komîsyona Jinan a OHD’ê parêzer Fîgen Alp daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Parêzerên Ayselê ji bo miwekîla wan bê berdan gelek serlêdanan û hewldanan kirine û tevî vê yekê jî nayê berdan. Heyeta dadgehê ya Doza Kobanê bi israr îfadeya Ayselê girt. 
 
Aysel a ku parezerê xwe bi zorê nas dike, bi darê zorê parastin pê dane kirin û tundiya derûnî lê hatiye sepandin. Her çiqas ji Doza Kobanê biryara berdana Ayselê hat dayîn jî lê ji dozek din nehat berdan. 
 
Daraz tevî vê nexweşiya giran jî berdana Ayselê asteng dike. Daraz û Saziya Tiba Edlî ku biryara berdana Çevîk Bîr ê ji doza 28’ê Sibatê girtîbû dan, lê heman biryarê ji bo Aysel nadin. Ev jî dide nîşandan ku daraz û Saziya Tiba Edlî çiqas ketine bin kontrola siyaseta îktidarê. 
 
Divê cihêkarî li Ayselê neyê kirin û demildest biryara berdana wê û taloqkirina cezayê wê bê dayîn.”