Li Lubnanê civîna jinan: Em ê piştgiriyê bidin jinên êzidî

  • 16:35 9 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta salvegera 8'emîn a fermana 3'yê tebaxa 2014'an, Komeleya Jîn a Jinan û nûnertiya Kongra Star a Lubnanê, civînek li dar xist û bal kişandin ser girîngiya berxwedana jinên êzidî yên Şengalê. 
 
Li bajarê Terablus ê Lubnanê, bi minasebeta 8'emîn fermana 3'yê tebaxa 2014'an a civînek hat lidarxistin. Civîn ji hêla Komeleya Jîn a Jinan û Nûnertiya Kongra Star a Lubnanê ve hat organîzekirin. Çalakgera jin Emanî Nafi tevî şandeya Lubnanê beşdarî Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) bû ku li paytexta Iraqê Bexdayê hatibû lidarxistin bibû.
 
Nûnera Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Kongra Star a Lubnanê Henan Osman behsa qikirina komî û qirkirina jinan ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk aniye, kir.
 
Seroka Komeleya Jîn a Jinan Buşra Elî jî li ser berxwedana jinên êzidî piştî Fermana 74’an a li Şengalê axivî ku çawa xwe bi rêxistin kirin, jiyana xwe di hemû aliyên siyasî, leşkerî, civakî û aborî de ava kirin û got: "Divê em destekê bidin vê berxwedana nimûneyî û divê girîngiyê bidin dersên jê hatin derxistin."
 
Emanî Nafi jî li ser konferansa ku li Bexdayê hatibû lidarxistin axivî û bal kişand ser bandora wê li ser vê dozê û diyar kir ku pêwîstî bi destekdayîna jinên êzidî û sekna li kêleka wan heye.