308 kesayetan dijî operasyonê bang kirin: Nebin şirîkên sûc

  • 13:18 9 Tebax 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, akademîsyen, rojnameger, nivîskar û lîstikvan jî di nav de 308 kesan bang li muxalefetê kirin û gotin: “Ji bilî desthilatdarî tu kesek ji vî şerî sûd nagire. Nebin şirîkên sûc.” 
 
Akademîsyen, rojnameger, nivîskar û lîstikvan jî di nav de 308 kesan têkildarî operasyoneke îxtîmal a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin.
 
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: 
 
“Nebin şirîkên sûc! Tê gotin ku niha jî amadekariya operasyoneke leşkerî ya li dijî Bakurê Sûriyeyê/Rojava dikin. Tu sedemeke rewa ya vê tevgerê/şer nîne. ‘Dijminê ku li Sûriyeyê gefê li welatê me dixwe’, tenê hinceteke koalîsyona desthilatdariyê ye. Li wir mileteke heye ku xaka wan hatiye dagirkirin, ji bo parastina gelên xwe, hebûna xwe û pergala xwe têdikoşin û di vê têkoşînê de jî tên kuştin, dikujin, êşên mezin û wêraniyeke mezin dijîn. 
 
Di vî şerî de ji bilî desthilatdarî û şirîkên wê, berjewendiyên tu derdoreke din nîne. Zarokên me ne ji bo parastina welatê me lê ji bo mayîndebûna desthilatdariyê dimirin û ev şer ziyaneke mezin digihîne 84 milyon welatiyan. Di serdemekî ku bi milyon kes di sînorê birçîtiyê de ne; ji perwerdeyê heta ji ked û tenduristiyê di her alî de pirsgirêkên mezin tên jiyîn û di rewşeke wiha de lêçûnên pir mezin bo çekan û şer tên xerckirin. Ev jî bandoreke neyînî li jiyana 84 milyonan kesan dike. Ji wê hêj wêdetir, pêşeroja me dîl digire û hêviyên me dikuje. Ne tenê zarokên me jiyana xwe ji dest didin, pêşeroja wan jî tarî dibe. 
 
Heta niha jî ji maseya 6 ling dengekî xurt derneketiye. Me heta niha jî nedîtiye ku we bi dengekî bilind ji şer re gotibe ‘Na.’ Heke hûn dengê xwe ji siyaseta şerxwaz a desthilatdariyê nekin, dê bibin şirîkên sûcên li dijî gelê me û mirovahiyê û xwîna tê rijandin. Nebin şirîkên tu sûcên vê desthilatdariyê, bi taybet jî şer. Dibe ku hûn ji tawanên weke xayîn, terorîst, alîgirên PKK’ê û hwd. tirsiya bin û hûn tirsiyan ku dengên we kêm bibin. Di halê hazir de bêdengiya we tenê bi kêrî tifaqa Erdogan-Bahçelî hat. Em dixwazin ku hûn dawî li vê bêdengiya xwe bînin û li dijî şerê li Sûriye û Iraqê tê kirin, li dijî îlhaqkirinê dengê xwe bilind bikin û bi aşkere û bi wêrekî bibêjin ji şer re na.”