‘Dê bi azadiya Abdullah Ocalan aştî pêk bê'

  • 10:54 9 Tebax 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên ku tevlî mîtînga HDP'ê ya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” bûn daxwaza rakirina tecrîdê kirin û gotin: "Ji dengê Abdullah Ocalan ditirsin. Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyek bigirin. Dê bi azadiya Ocalan aştî pêk bê."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 7'ê tebaxê de li Qada Kartala Stenbolê mîtîngek bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" li dar xist. Di mîtîngê de peyama herî girîng jî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah bû. Jinên ku tevlî mîtîngê bûn derbarê pêvajoya siyasî, tecrîdê de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Gel dixwaze ji rêberê xwe agahiyek bigire' 
 
Adîle Azîzoglu: Demek dirêje agahî Abdullah Ocalan nayê girtin. Em xwedî li Abdullah Ocalan derdikevin. Em tecrîdê şermezar dikin. Em dixwazin agahî ji rêberê gel bigirin. Ji dengê Abdullah Ocalan ditirsin. Her wiha ji kurdên 7 salî heta 70 salî ditirsin. Hebûna me kurdan bûye tirsa wan. Ez di vê baweriyê de me ku heke Abdullah Ocalan azad bibe dê aştî pêk bê. Em jin tecrîdê qebûl nakin. Têkoşîna me ya derbarê rakirina tecrîdê dê her bidome. Em ê ji bo azadiya xwe têbikoşîn. Em dixwazin tecrîd rabe û girtiyên siyasî yên nexweş serbest bên berdan.
 
'Bila hevdîtin bi Ocalan re pêk bê'
 
Nezîme Dan: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin. Bila dawî li zilm û zextan bê. Çima bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk nayê? Diviya xizm, xwişk û birayên wî biçin hevdîtinê. Heke Abdullah Ocalan biaxife dê aştî pêk bê. Divê tevahiya cîhanê dengê me bibhise. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em dev jî têkoşînê bernadin. Em yekitiyê dixwazin û dixwazin girtiyên siyasî bên berdan. 
 
‘Bi azadiya Abdullah Ocalan dê pirsgirêk çareser bibin' 
 
Ayten Dînç: Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê xwe di nav têkoşînê de ye. Ji bo gelê xwe li Îmraliyeyê. Dewlet zilmê li kurdan dike û bi vî rengî dixwaze dengê gel qut bike. Heke Abdullah Ocalan azad bibe dê şer jî biqede. Bi salan me bedel da. Bi azadiya Abdullah Ocalan dê pirsgirêk çareser bibin.
 
‘Abdullah Ocalan rêberê Gelê Kurd e'
 
Yeter Yilmaz: Polîtîkayên tecrîdê yê li hemberî Abdullah Ocalan polîtîkayeke xelet e. Divê demildest ji Abdullah Ocalan agahiyek bê girtin. Em tecrîdê qebûl nakin û ji ber vê em tevlî mîtîngê bûn. Abdullah Ocalan rêberê Gelê Kurd e. Gelê Kurd tune dihesibînin. Abdullah Ocalan naxwaze kesek jiyana xwe ji dest bide û dixwaze li ser vî erdnegariyê her kes wek xwîşk û bira bijîn. Em jî li ser şopa wî ne. Em aştî, xwişk û biratiyê dixwazin. Abdullah Ocalan mifteya aştiyê ye.