Aladdîn Tugluk: Divê şertên dermankirina Ayselê bên avakirin

  • 09:06 9 Tebax 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku ji doza Kobanê hat tahliyekirin ji ber dosyayek din girtina wê didome. Birayê Ayselê Aladdîn Tugluk der barê mijarê de wiha got: “Bi şerta kontrola edlî dikarin tehliye bikin. Divê şert û mercên dermankirinê bên afirandin.”
 
Di nav de hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî tê de 21 jê girtî 108 ku ji doza Kobanê dihatin darizandin 15’emîn rûniştina dozê pêk hat. Di rûniştinê de der barê siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku nexweşa demansê ye û li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kandirayê girtiye de biryara tahliyeyê hat dayîn. Ji bo Ayselê di serî de jin û rayagiştî demek dirêje çalakî pêk anîn. 
 
Her çiqas biryara tahliyeyê encama têkoşîna jinan bê nirxandin jî, di çarçoveya lêpirsîna  ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Kongeray Civaka Demokratîk (KCD) dabû destpêkirin de di 16’ê adara 2018’an de 17’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal ceza da Ayselê û ceza di 25’ê sibata 2020’an de ji aliyê dadgeriyê ve hatibû erêkirin û vê dosyayê pêşî li tahliyekirina wê girt.
 
Heman rojê Çevîk Bîr hat tahliyekirin
 
Roja ku îfada Ayselê digirtin, înfaza, duyemîn Fermandariya Giştî yê demî Çevîk Bîr ku ji doza 28’ê sibatê cezayê muebetê lê hatibû birîn, ji ber teşîsa demansê lê hatibû dayîn hat taloqkirin û tahliyekirin. 
 
Israra ATK’ê
 
Tevî raporên doktor û nexweşxaneyan ATK’ê sê caran biryara ‘dikare girtî bimîne’ ji bo Ayselê da. Birayê wê Alaaddîn Tugluk der barê  pêvajoyê de nirxandin kir.
 
‘Divê kî dibe bila bibe ger nexweş be divê bê tahliyekirin’
 
Alaaddîn da zanîn ku kî dibe bila bibe ger nexweş be û nikaribe girtî bimîne divê bê tahliyekirin û wiha daxuyand: “Heyeta Doza Kobanê biryara tahliyeyê da. Di biryarê de di xalek wê de wiha tê gotin ‘Em di alî wijdanî de ji sûcdariyên li hember me hatine kirin nerehet bûn’. Ev jî qe nebe erênî dikare bê dîtin. Belê bi zor parastin lê ferzkirin tiştek şaşe. Derket SEGBÎS’ê ne heval ne parêzerên xwe nas kir. Bi zorî parastin lê ferzkirin. Ev helwestek şaşe. Dema diçim hevdîtinê pirsekê gelek caran dipirse.”
 
‘Dadgehê şaşiya xwe ferq kir’
 
Alaaddîn her wiha daxuyakirin ku beriya nîqaş û biryarên siyasî divê mirovahî nêz bibin û wiha pêde çû: “Mînak bêjin wezarî dadê nexweş be ez dikarim bêjim rabe wezirtiyê bike. Divê ewil bê dermankirin. Ji ber em mirovin. Divê dermankirin bê kirin. Ez dixwazim xwişka min bê dermankirin. Ez biryara dadgehê erênî dibînim. Yekane daxwaza min dermankirina wê ye. Dadgehê şaşiya xwe ferq kir û biryara tahliyeyê da.”
 
Alaaddîn raporên ATK’ê jî nirxand û got tevî biryarê sê encaman şerh danî ser û endamên şerh danîn, gotin ku divê Aysel bê şopandin û temaşekirin. Alaaddîn di vê mijarê de jî wiha bi lêv kir: “Gelo hûn bawer dikin ku xwişka min wê li girtîgehê bê dermankirin? Ger hûn bawer bikin berpirsyarî ya wek ye. Ger sibê disbê nexweşiya xwişka min hîn bêtir giran bibe, ez ê bi riyên hiqûqî heta dawî dawî hesabê bê bipirsim. Ger doktor birarek şaş dabin jî ez ê heta dawiya jiyana xwe têbikoşim.”
 
‘Dixwazim Aysel bê têhliyekirin' 
 
Alaaddîn destnîşan kri ku parêzer der barê tahliyeya Ayselê de wê hewldanên hiqûqî bide destpêkirin û ji 10 sal ceza 6 salan razeye û du sal jî maye. Bi berdana bi kontrol dikare dermankirina xwişka min bê kirin. Em vê dipên. Em dixwazin bê tahliyekirin. Ez ji bo hevalên têkoşînê yên Ayselê ku ji bo wê hewl didin spasiyên xwe dikim. Rêzdariyên xwe pêşkêşî wan dikim. Ez çi bikim jî nikarim beramberê vê bidim. Li hember wan rêzdar im.”