Belgefilma ‘Hêza’ xelata xwe diyarî rojnameger Denîz Firat kir

  • 14:32 8 Tebax 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefilma ‘Hêza’ ya serpêhatiya jineke têkoşer û fermandara êzidî ya ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûye digire dest, li Mîhrîcana Belgefilman a Portekîzê hêjayî xelatê hate dîtin. Derhêner Derya Denîz xelata 7’emîn diyarî rojnamegera Denîz Firat kir.
 
Belgefilma ‘Hêza’ ya bi derhêneriya Derya Denîz ku serpêhatiya jineke têkoşer ya êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar dibe digire dest, hêjayî xelateke din a navnetewî hate dîtin.
 
Belgefilma ‘Hêza’ herî dawî beşdarê mîhrîcana belgefilman a Portekîzê ya li bajarê Melgaco’yê bû û ev bajar jî bi berxwedêriya xwe ya li dijî faşîzma Salazar tê nasîn! Mîhrîcana Belgefilman ya MDOC-Melgaco ku di navbera 1-7’ê tebaxê de pêk hat, ji 25 welatan 42 belgefilmên kurt û dirêj beşdar bûn. Li gel nîşandana belgefilman, atolyeyên nîqaşê jî hatin lidarxistin.
 
Mîhrîcana îsal diyariyê koçberê Fransî, çalakvanê Mafê Mirovan û rexnegirê sînemayê Jean Loup hatiye kirin. Her wiha derhêner Derya Denîz ji ajansa ROJNEWS'ê re axivî û diyar kir belge filma wan li mîhrîcanê hêjayî xelata ‘Don Kîşot’ hatiye dîtin.
 
Afat Baz ku bi navê ekîba belgefilma ‘Hêza’ xelatê ji jûrî girt, li ser navê ekîbê ragihand ku xelat diyarî rojnameger Denîz Firat dikin.
 
Xelata Don Kîşot’ê xelateke taybete û ji aliyê Komeleya Federasyona Filmên Navnetewî-IFSS ve tê diyarkirin û dayîn.
 
Denîz Firat di 8’ê tebaxa 2014’an dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên dijî Wargeha Penaberan ya Mexmûrê dişopand û agahiyên şer bi ragihandina azad re parve dikir, bû hedefa guleyên çeteyan û jiyana xwe ji dest da. 
 
Hêza kî ye?
 
Hêza jineke ciwan ya êzîdi ye. Dema 3’yê tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrişê Şengalê dikin, dikeve destê çeteyan û piştre derbasê Reqa’yê dikin. Li wir piştî rûberûyê hovîtiya DAIŞ’ê tê, bi alîkariya malbatek ji destê çeteyan rizgar dibe. Hêza berovajiyê gelek jinên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûyî, berê xwe nade Ewropa û ji bo tola xwe û hemû jinên êzidî hilîne beşdarê nava refên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) dibe. Niha di nava refên YJŞ’ê de yek ji fermandara  pêşeng e û ji bo parastina êzidîxanê roleke sereke dilîze.
 
Belgefilma ‘Hêza’ jî serpêhatiya vê jina têkoşer ya êzidî vedibêje. Heya niha li gel xelata herî dawî ya Portekîzê bi giştî 7 xelatên navnetewî girtiye.