Prof. Dr. Nejla Kurul: Divê biguman li ezmûnan binêrin

  • 09:06 8 Tebax 2022
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Sereka Giştî ya Egîtîm Senê Nejla Kurul pirsên KPSS’ê yên hatine dizîn û serokê OSYM’ê yê ji peywirê hatiye girtin nirxand û got ezmûnên 4 sal in tên kirin biguman in û got: “Em wek Egîtîm Sen pêşa vê bernadin. Rayagiştî jî divê pêşa vê bernede.”
 
Di 31’ê Tîrmehê de bi sedhezaran kes ketin ezmûna KPSS’ê û piştre derket holê ku pirsên KPSS’ê û yên Weşanên Yedîîklîm dişibin hev û heta hemû wek hev in. Piştî di çapemeniya dîjîtal de belav bû ku pirs hatine dizîn, serokê OSYM’ê Halîs Aygun ji peywirê hat girtin û Bayram Alî Ersoy tayînê şûna wî bû.
 
Di demên berê de jî dizîna pirsan û her wiha cemaaetê kesên nêzî xwe dikirin saziyên cemawerî hat rojevê lê tevî nîqaşan KPSS nehatibû betalkirin. KPSS’ya niha beriya hilbijartinan hat betalkirin pirsnîşan ava kirin.
 
Li aliyê din 20 pirsên ku dihat îdiakirin hatine dizîn hatin lêkolînkirin. Di lêkolîna hat kirin de derket holê ku 3 pirs heman in û bersivên wan jî wek hev in. 10 pirs jî dişibiyan hev.
 
 Seroka giştî ya Egîtîm Senê Prof. Dr. Necla Kurul der barê mijarê de axivî.
 
Neclayê da zanîn ku krîzek mezin li welat heye, pêvajoya perwerdeyê jî di vê pêvajoyê de ye û got: “Bi sedhezarna ciwan bi xeyalek mezin ketin ezmûnê. Li Tirkiyeyê betaliya ciwanan krîzek mezin e. Bi armanca tayînê saziyên cemawerî ketin ezmûnê. Xelatên wan hatin dizîn. Serokê OSYM’ê yê nû îtîraf kir pirs hatine dizîn. 20 pirs hatine dizîn. Serokê OSYM’ê Halîs Aygun yê ji peywirê hat girtin îdia kir tu pirsgirêk tune. Lê di encama bertekan de her tişt derket holê.”
 
Ezmûnên çar salên dawî biguman in
 
Nejlayê daxuyakirin ku Halîs Aygun yê ji peywirê hatiye girtin di 2018’an de hatiye peywirê û 4 sal maye peywira xwe bike ku ji peywirê hatiye girtin û wiha daxuyand: “Vê pêvajoyê de gelek ezmûn hatin kirin. Divê mirov bi guman li van ezmûnan binêrin. Divê pergala ezmûnê ji nû ve bê destgirtin. Di salên 2010’an de dihat îdiakirin Cemata Gulen pirs dizîne. Serokokmarê demê Abdullah Gul û serokezîr Tayyîp Erdogan got tiştek wisa tune û piştî navbera cemaat û desthilatdariyê xera bû serokê OSYM’ê Alî Demîr ji peywirê hat girtin û doz lê hat vekirin. Tevî vê ezmûn nehatin betalkirin.”
 
Bêbawerî li her derê ye
 
Nejlayê axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdarî hemû saziyên cemawerî wek partiya xwe ya siyasî bi kar tîne. Saziyên cemawerî û cemaet nav hev de dixebitin. Wezareta Perwerda Netewî jî parçeyek vê ye. Ji bo wezareta karê hundir, wezareta malbatê jî heman tişt tên gotin. Tê îdiakirin wezaret bi tarîkat û cemaetan re hatiye parvekirin. OSYM jî ji derveyî vê nîne bêguman. Yanî bêbawerî li her derê ye. Halîs Aygun ê ji peywirê hat girtin got ‘Ez rehet im wijdanê min rehet e’. Gelo wijdanê wî çawa rehete? Mîlyonek û nîv ciwan ketin vê ezmûnê. Di bin rêveberiya we de pirs hatin dizîn. We bi Yedîîklîm re hevkarî kir. We xeyalên ciwanan dizî. Gelo wijdanê we wê çawa rehet be? Em wek Egîtîm Sen pêşa vê bernadin. Divê rayagiştî jî pêşa vê bernede.”
 
Serokê OSYM’ê hesabên xwe yên çapemeniya civakî girtiye
 
Nejlayê bal kişand ser serokê nû Bayram Alî Ersoy û wiha bi lêv kir: "Bayram Alî Ersoy jî hesabên xwe yên çapemeniya civakî girtiye. Xuyaye di cemaatek teng de dengê xwe dida bihîstin, bang li civakek biçûk dikir. Di karê xwe yê nû de jî nikaribû bang li hemû civakê bike û ji ber vê hesabên xwe girtiye. Der barê wî de jî hat îdiakirin ku têkiliya wî bi cemaet û tarîkatan heye. Egîtîm Bîrsen  û Turk Egîtîm Sen yên sendîkayên alîgirê desthilatdariyê ne bi Yekîîklîmê re protokolên daxistinê ava kirine. Egîtîm Sen tu car nebû parçeyeke vê. Heta van sendîkayan li zanîngehên cuda jî protokol îmze kirin. "
 
‘Divê tevli lêpirsînê bikin’
 
Nejlayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li welatekî demokratîk pergalek perwerdeyê ya bê ezmûn pêkan e û got ew dixwazin ku OSYM ezmûnên bê alî bike. Nejlayê wiha dawî lê anî: “Çima weşanxaneya OSYM’ê tune. Çima bi îhaleyan didin sektora taybet. Em li dijî taybetkirina perwerdê ne. Divê hemû karên OSYM’ê bi perspektîfek cemawerî bê kirin. Halîs Aygun çar salan peywir kir. Gelek ezmûnên KPSS, TUSK, YKS û ziman dema wî de hatin kirin. Divê ev ezmûn bên lêkolînkirin. Ev ezmûn biguman in. Ji bo paqijbûna Tirkiyeyê hewce bi vê heye. Me Egîtîm Senê daxuyaniyên xwe dan. Me serlêdana sûc kir. Divê em muxalefet dengê xwe bi hev re li dijî vê bilind bikin.”